• Friday, 05 July 2024
logo

Dibistana gundekî Silêmaniyê ji bo dibistanên din bûye mînak

Gulan Media December 8, 2018 Corane
Dibistana gundekî Silêmaniyê ji bo dibistanên din bûye mînak
Li gundekî sînorê navçeya Dûkan a ser bi Silêmaniyê, dibistanek heye ku ji dibistanên din cuda ye û bûye nimûne. Her çiqas piraniya fikr û proje bi hewla rêveberê dibistanê hatibe kirin jî, mamosteyên dibistanê jî ji bo serkeftina projeyê gelek ked dane.



Rêveberê Dibistana Yalanqoz a Seretayî Eta Hîkmet ji Rûdawê re diyar kir: “Me li dibistana xwe çend kar kirine, destpêkê dema xwendekar tên, li cihê taybet pêlavên xwe duguherînin daku bi pêlavên paqij bikevin nav dibistanê, piştre firçe û mecûnên hemû xwendekaran hene û diçin diranên xwe paqij dikin. Me ji bo her warek cil û berg çêkirine, di warê agirkujî, parêzerî, dadgerî, civakî, tendirustî û trafîkê ku me xwendekar fêr kirine ku ew pîşe çi ne û çawa ne. Piştre ava hemû xwendekaran heye û navên wan li ser wan in û diçin av didin gul û kulîlkan, herwiha ji bo ku pelewer û jîngeha wan xweş bibe, me cihek çêkiriye û êm û av didin wan.”



Ji bo zarokan eger hunera fêrkirin û rahênanê ya dibistanê tinebûya, hêsan nebû ku fêrî van karan bibin, hemû tiştên ku di wê dibistanê de têne kirin, damezrandina dibistanekê ye, ne tenê bername û mijarên di nav pirtûkan de.



Mamosteya Dibistana Yalanqoz Rêjîn Ebdurehman destnîşan kir: “Tiştên ku em ji wan re dibêjin, di nav bernameyê de tine ne, lewma bi rêya pratîkê em wan fêr dikin, bi awayekî ku dema em dibêjin 'em diçin' ew bi xwe dizanin, dema em dibêjin 'agir bitefînin' ew dizanin çi bikin.”



Ji bo dibistanên din çêkirina karên bi vî rengî, ew qas dijwar nîne, lê dibe ku hinek ji wan wisa bifikirin ku Wezareta Perwerdeyê û rêveberiyên dibistanan dê rê nedin, yan jî pêwîstiya wan bi piştgiriyê hebe, li ser vê yekê Rêveberê Perwedeya Dûkanê Mehabad Mistefa bi vî şiklî behsa Dibistana Yalanqoz dike: “Dema min serdana dibistanê kir, gelek mat mam, çimku gelek xebitîne, ku cihê wê yekê ye ku dibistanên din jî li wan binêrin. Ne merc e ku mamoste her dem bi festîvalê ve mijûl be, dikarin di nav çil xulekên dersan de du xulek jî dahênan bikin.”



Hemû wan kelûpel û pêwîstiyên ku li dibistanê hatine danîn, li ser xercî û berîka rêveber û hinek mamosteyan bûye, lê eger kompaniyek yan alîkarek piştgirî bide wan, Yalanqoz dikare bibe nimûneyeke geştir.

Rudaw
Top