• Friday, 05 July 2024
logo

Temenê wê ji 50 salî zêdetir e lê alîgireka tund ya tîma bajarê xwe ye!

Gulan Media December 6, 2018 Corane
Temenê wê ji 50 salî zêdetir e lê alîgireka tund ya tîma bajarê xwe ye!
Li bajarokê Seyîd Sadiq yê Başûrê Kurdistanê, jinek bi temen gelekî bi germî alîgirtiya tîma fûtbolê ya bajêr dike, di her lîstikê de bi destê xwe 100 amblemên tîmê didirû!

Temenê wê ji 50 salî derbas kiriye lê ew kelecana ku di dilê wê de heye, bi qasî keçeka genc e. Ew alîgireka germ û gurr ya tîma fûtbolê ya bajarê xwe, Seyîd Sadiq, e. Navê wê Etiye Ebdulrehman û temenê wê jî 52 sal e.

Ji ber ku Etiye gelekî di nav endamên tîmê û alîgirên tîma xwe de tê hezkirin, jê re dibêjin Dayka Etiye. Ew di tevahiya lîstikên tîma xwe de yên ku li stadyoma Seyîd Sadiq tên lîstin, amade dibe û pişta tîma xwe digire. Hinek caran bi tîmê re wêneyan digire hinek caran jî li şûna hekem, ew yariyê dide destpêkirin!

Berdevkê tîma Seyîd Sadiq, Umer Fetah ji BasNewsê re got, di her lîstikekê de Dayka Etiye bi destê xwe 100 amblemên tîmê didirû û bi ser alîgirên tîmê de belav dike.

Bajarokê Seyîd Sadiq nêzîkî bajarê Helebcê ye lê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye. Tîma Seyîd Sadiq jî di lîga sûper ya Kurdistanê de dilîze.

Basnews
Top