• Friday, 05 July 2024
logo

Şampiyoniya şetrencê - Nêzîkî sê hefteyan e dilîzin, yek nikare ji yê din bibe!

Gulan Media November 27, 2018 Corane
Şampiyoniya şetrencê - Nêzîkî sê hefteyan e dilîzin, yek nikare ji yê din bibe!
Nêzîkî sê hefteyan e hostayên mezin yên şetrenca cîhanê Mangus Carlsen û Fabiano Caruana nikarin li hev bibin.

Yariyên şampiyontiya cîhanî ya şetrencê 9 vê mehê li paytexta Brîtanya-Londonê dest pê kir û heta niha jî didome.

Ji wê demê ve heta niha, şampiyonê şetrenca cîhanê Mangun Carlsen û hevrikê wî Fabiano Caruana bi hev re dilîzin, heta niha 12 caran lîstine û di hemû yariyan de jî wek hev mane.

Li gorî agahiyan, ew her du hostayên şetrencê dê sibê derbasî qonaxa bi navê “mehşer” bibin ku beşek e ji fînalê.

Mangun Carslen, xelkê Norvecê û 27 salî ye û ji sala 2013 ve şampiyonê cîhanê ye. Fabiano Caruana jî 26 salî û xelkê Amerîka ye.

Xelata şampiyonê milyonek euro ye.

Basnews
Top