• Friday, 05 July 2024
logo

Profesorekî Kurd di 4emîn Kongreya Zanistî ya Cîhanê de xelat wergirt

Gulan Media November 25, 2018 Corane
Profesorekî Kurd di 4emîn Kongreya Zanistî ya Cîhanê de xelat wergirt
Kurdekî weke zanayê jîngehê di 4emîn Kongreya Zanistî ya Cîhanê de ku paytexta Misrê bajarê Qahîreyê birêve çû, li ser asta navdewletî xelat wergirt.



Prof. Dr. Behram Xidir Mewlûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “4emîn Kongreya Zanistî ya Cîhanê dê 3 roj bidome û 150 lêkolîn derbarê jîngeh û têkçûna jîngehê de têne gotûbêjkirin. Ez jî weke serokê berê yê hilbijartî yê Zanîngeha Selahedîn derbarê bandorên têkçûna jîngehê de, min gotara destpêkê pêşkêş kir û weke zanayê jîngehê li ser asta navdewletî xelata kongreyê ji min re hat dayîn.”



Mewlûd behsa wê yekê jî kir ku "di kongreyê de min behsa şerê Îran-Iraqê, şerê kendav, şerên Başûrê Kurdistanê ji 1961ê ve û bandora wan a xerab a li ser têkçûna jîngehê kir, ku %80ê jîngeha deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê ji ber şer têkçûye, şer bûye sedema hişkbûna golên li Iraqê, têkçûna ava vexwarinê û mirina masiyan û koçkirina zana û mamosteyan bo derveyî welat.”



Kongre roja 24-11-2018an dest pê kir û heta 26-11-2018an dê bidome. Her yek ji Serokê Zanîngeha Teknolojî ya Bexdayê, Balyozê Iraqê yê li Misrê û Nûnerê Iraqê yê li Zanîngeha Erebî û hejmarek berpirsên Iraqî û Misrî jî beşdarî kongreyê bûn.

Rudaw
Top