• Friday, 05 July 2024
logo

Duhok – Li baxçê ajelan şêrekî êrişî keçikekê kir!

Gulan Media November 20, 2018 Corane
Duhok – Li baxçê ajelan şêrekî êrişî keçikekê kir!
Li bajarê Duhokê, li baxçê ajelan keçikek rastî êrişa şêrekî hat û di 30 cihan de birîndar bû!

Berpirsê pişka tenduristiya ajelan li rêveberiya veterneriya Duhokê, Dr. Ebdulrezaq Êminkî ji BasNewsê re got, duh li baxçê ajelan (Zoo) yê Duhokê dema keçek 17 salî dixwast bi şêrekî re wêne bigire, rastî êrişa wî şêrî hat.

Dr. Êminkî da zanîn, di wê rûdanê de keçik di 30 cihan de birîndar bû lê ti cihekî laşê wê neşikestiye, niha li nexweşxanê ye û rewşa wê baş e.

Li ser çawaniya rûdanê jî Dr. Êminkî axivî û got, ew keçik û du hevalên xwe çûbûn baxçê ajelan. Dema karmendên baxçe çûbû nav qefesa şêr ew keçik jî derbasî nav qefesê bibû û xwastibû bi şêr re wêne bigire lê ji ber ku ew keçik ji şêr re xerîb hatibû, rastî êrişa şêr hatibû. Karmendên baxçe bi zorê keçik ji nav lepê şêr rizgar kiribûn.

Basnews
Top