• Friday, 05 July 2024
logo

Nivîskarê Kurd ji aliyê Akademiya Zanistî ya Navdewletî ve hat xelatkirin

Gulan Media October 27, 2018 Corane
Nivîskarê Kurd ji aliyê Akademiya Zanistî ya Navdewletî ve hat xelatkirin
Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî ji aliyê Akademiya Zanistî ya Navdewletî ve hêjayî xelata ‘Zanyarê Rûmetê’ hat dîtin. Bazîdî berî niha jî Xelata Akademîk a Taybet ya UNESCOyê wergirtibû.

Di merasîma xelatan a Akademiya Zanistan a Navdewletî ya Valencîayê nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî hêjayî xelata ‘Zanyarê Rûmetê’ hat dîtin. Bazîdî di merasîmê de axaftinek pêşkêş kir û got, “Ez bi vê xelatê gelek serbilind in. Aliyekî din ê min kêfxweş dike ew e ku bi saya pirtûk û berhemên min dengê gelê kurd ê ji bo azadî û serxwebûnê careke din tê bihîstin. Ji bo vekirina rêya dadwerî û aşitiyê ji îro û pê ve jî çi ji destê min bê ez ê bikim.”

Di merasîmê de Xelata ‘Zanyarê Rûmetê’ ji aliyê Serokê Akademiya Zanistî ya Navdewletî José Hoyo Rodrigo ve pêşkêşî Cemîl Turan Bazîdî hat kirin.

Fotoğraf

Nivîskarê kurd Bazîdî ku li Yewnanistaê dijî ji bo ku têkoşîna gelê kurd a bo azadiyê bi zimanekî akademîk vedibêje Xelata Akademîk a Taybet ya UNESCOyê wergirtibû.

Fotoğraf

Cemîl Turan Bazidî kî ye?

Cemîl Turan Bazîdî (Selamî Aytaş) li navçeya Bazîd a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber xebatên xwe yên polîtîk piştî derbeya 12ê Îlona 1980an tê girtin û piştî hat berdan derbasî Yewnanistanê dibe. Niha li Wezareta Çapemeniyê ya Yewnansitanê û li rojnameyeke herêmî ya wî welatî weke rojanamevan kar dike.

Çîroka jiyana wî jî ji aliyê Nikos Kasdaglis ve bi navê Ararat Astreftei (Çiyayê Ararat Volkanan Dibarîne) weke romanek hat nivîsandin.

Bazîdî heta niha jibilî pirtûka Kurd û Kurdistan a Kemal Burkay gelek pirtûk wergerandine. Heta niha jibilî 6 romanên bi zimanê Yewnanî, Antolojiyeke Helbestan a bi navê ‘Ajanda’ û gelek xebat û lêkolînên wî hene.

Berhemên wî ev in: Roman: Το Ματωμένο Χιονολούλουδο (To Matomeno Hiyono Louloudo) “Berfîn Di Nav Xwînê de ne” (2001, Atîna); Τα Μάτια Tου Λύκου (Ta Matia Tu Likou) “Çavên Gur” (2003, Atîna); Η Νύχτα Που Έβλεπε Τηv Μέρα (İ Nikta Pu Evlepe Tin Mera) “Şeva Berê wê Li Rojê” (2006, Atîna); Τα Παιδιά Του Αραράτ (Ta Pedia Tu Ararat) “Zarokên Ararat” (2008, Atina); Εκεί O Θεός Κοιμόταν (Eki O Teos Kimotan) “Xwedê Li Wir Raza bû” (2013, Atîna); Αζάντ Με Λένε “Navê Min Azad e” (2015, Atîna). Araştırma: Η Αρχαία Σοφία των Κούρδων Εζιντί (Arkea SofiaTon Kurdon Εzidi ) “Zanabûna Qedîm a Kurdên Êzdî” (2013, Atîna).

Basnews
Top