• Friday, 05 July 2024
logo

Li Helebcê çaremîn festîvala hinaran tê lidarxistin

Gulan Media October 22, 2018 Corane
Li Helebcê çaremîn festîvala hinaran tê lidarxistin
Li bajarê Helebcê yê Başûrê Kurdistanê, çaremîn festîvala hinaran tê lidarxistin.

Serokê Torra Saziyên Helebcê Ferhad Qadir ji BasNewsê re got, me xwe amade kiriye bi çavdêriya Wezareta Çandiniya Kurdistanê çaremîn festîvala hinaran li dar bixin.

Ferhad Qadir da zanîn, festîval dê roja 26 vê mehê dest pê bike û du rojan bidome.

Li ser armancên festîvalê jî Ferhad Qadir got, em dixwazin bi vê festîvalê hinar û berhemên din yên Helebê bidin nasîn û bala bazirgan û tûrîstan bikşînin ser vê deverê.

Basnews
Top