• Friday, 28 June 2024
logo

Li Duhokê festîvala pêkvejiyana êzîdî û mesîhiyan hat lidarxistin

Gulan Media October 22, 2018 Corane
Li Duhokê festîvala pêkvejiyana êzîdî û mesîhiyan hat lidarxistin
Li Duhokê festîvala xurtkirina pêkvejiyanê di navbera êzîdî û mesîhiyan de hat lidarxistin.

Berpirsê navenda çandî ya Lalelşê li Duhokê, Şemo Qasim ji BasNewsê re got, liqa Şariya ya Laleşê bi alîkariya desteya bilind ya Laleşê her wiha saziya Kabinî ya mesîhiyan festîvalek bo 250 zarokên êzîdî û mesîhî li dar xistin.

Şemo Qasim her wiha got, di festîvalê de çalakiyên reng bi reng hatin lidarxistin û pêwendiyek xweş di navbera zarokên êzîdî û mesîhî de çêbû.

Berpirsê Laleşa Duhokê da zanîn ku qesta wan ji lidarxistina çalaî û festîvalên bi vî rengî xurtkirina pêkvejiyanê ye di navbera pêkhateyan û got, em dixwazin bi van çalakiyan ruhê pêkvejiyan û aştiyê di navbera gelan de xurt bikin.

Basnews
Top