• Friday, 28 June 2024
logo

Yekem festîvala Hewlêrê ya hunerên millî birêve diçe!

Gulan Media October 21, 2018 Corane
Yekem festîvala Hewlêrê ya hunerên millî birêve diçe!
Sibê 22.10.2018ê li Hewlêrê yekem festîvala Hewlêrê ya hunerên millî, bi beşdariya gelek grubên millî yên navxwe û dervey herêma Kurdistanê ve dê birêve biçe.

Rêveberê hunerî yê şanoya Hewlêrê û rêveberê baskê Hewlêrê yê sendikaya hunermendên Kurdistanê Hîwa Suad ji BasNewsê re ragehand: ‘’8 grub di vê festîvalê de beşdarin, ew jî grubên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Besra, Bexda û herwaha her du grubên Şarya û Newroz.’’

Derbarê armanca rêxistina wê festîvalê de jî Hîwa Suad dibêje: ‘’Armanca me nêzîk kirin û hevnasîna hunerên millî ye û sûd gehandin û nirxdayîna wê hunerê giring e, herwaha armanca me ye ku em vê festîvalê bikin navnetewî.’’

Festîval demjimêr 16:00ê êvara roja 22.10.2018ê li parka Şanedar dê birêve biçe û biryare du rojan berdewam bike. Herwaha baskê Hewlêrê yê sendikaya hunermendên Kurdistanê birêve dibe.

Basnews
Top