• Friday, 05 July 2024
logo

Fosîla herî kevn a ajelekî hat dîtin

Gulan Media September 22, 2018 Corane
Fosîla herî kevn a ajelekî hat dîtin
Lêkolînerên Zanîngeha Neteweyî ya Awistralyayê li peravê Behra Sipî ya di navbera Rûsya û Fînlandiyayê da fosîleke ajelan a 558 milyon salî ya ji heyama Edîakarayê maye dîtin.



Di fosîla ji famîlyeya Dickinsoniayê de molekulên rûn hatin dîtin. Hin zanyar dibêjin ev delîl e ku fosîl ya ajelkê ye.



Dirêjahiya fosîl 1,4 metre ye, di fosîl de rêçên wekî parasû (parxanan) hene. Bi van taybetiyên xwe ew fosîl bû fosîla herî kevn.



Zanyar dema organîzmayên kompleks ên pir hucre ji hev derdixin gelekî tengasiyê dikişînin. Heta niha lêkolînerên cuda ji fosîlên wiha re gotin amîp, kewz an jî parazît. Tê gotin ku ev forma di navbera nebat û ajelan de ye.



Cureyên ajelên ku niha tên zanîn 540 milyon sal berê di heyama jê ra dibêjin "Teqîna Kambriyen" de derketin holê. Fosîlên ajela ên herî kevn yên vê heyamê ne.

Rudaw
Top