Xwarina Maduro ya li Stenbolê xwarî bû sedema gengeşeyê
![Xwarina Maduro ya li Stenbolê xwarî bû sedema gengeşeyê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/401934Image1.jpg )
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro piştî serdana xwe ya Çînê ligel malbata xwe çûye Stenbolê. Maduro li yek ji restorantên herî biha Nusr-Et ligel hevjîna xwe Cilia goşt xwarin.
Xwediyê restorantş Nusret Gokçe ye ku bi şêweyên cuda yên çêkirina goştî bûye fenomen û kurdekî Bakurê Kurdistanê ye.
Nusret Gokçe dîmenên ligel Maduro tomarkirin li ser medya civakî belav kirin. Di dîmenan de xuya dibe ku Gokçe xwarinş pêşkeşî Maduro û hevjîna Cilia dike.
Maduro ji televîzyona fermi ya welatê re piştrast kir ku wî li restoranta navborî xwarin xwariye û got: “Nusret bixwe hat cem me û bi me re eleqeder bû û sohbet kir. Me demeke xweş derbas kir. Wî çend caran ji min re got ew gelek ji Venezuela hez dike.
Lê ev helwesta Maduro ji aliyê dijbereya welatê wî û eşek ji bikarhênerên medya civakîve rastî bertekan hat û dibêjin ev yek dide xuyakirin ku Maduro dûrî rastiyên welatê xwe ye.
Ev yek di demekê de ye ku li Venezuelayê krîzên siyasî, aborî û xurekê berdewam in û her diçe rewşa mirovî li wî welatî xirabtir dibe. Hejmareke zêde ya akinciyênVenezuelayê ji bo debara jiyanê welatê xwe bicîh hiştine û hêviya wan bi wê yekê heye ku bikaribin li derveyî welatê xwe bi kêmanî xurak û derman bidest bixin.
Ji sala 2015an ve zêdeyî yek milyon kes ji niştecihên Vanezuelayê ew welat bicîh hiştine û hevdem roj bi roj ev hejmar zêdetir dibe. Sedem jî ew e ku qeyran kûr bûne û şiyana hikûmetê jî nîne xurek û derman ji bo xelkê peyda bike.
Maduro piştî mirina serokê berê, Hugo Chávez, di hilbijartineke pirr-gengeşe de wekî namzedê Partiya Hevgirtî ya Sosyalîst bi seda 50ê dengan postê serokatiyê bidest xist. Ew berê cîgirê Chávez bû.
Rudaw