• Friday, 28 June 2024
logo

Pirtûka Demirtaş bû berbijêrê Xelata Medicis

Gulan Media September 14, 2018 Corane
Pirtûka Demirtaş bû berbijêrê Xelata Medicis
Pirtûka bi navê “Seher” a hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, bû berbijêrê wergirtina Xelata Wêjeyî ya Medicis a fransî.



Ji bo Xelata Medicis, ku yek ji xelata herî bi nirx û rêzdar a wêjeyî yê Fransayê ye, navê romanên navxwe û biyanî hatine diyarkirin.



Di nav berbijêrên romana biyanî ya herî baş de pirtûka Selahattîn Demirtaş a bi navê “Seher” jî heye.



Îsal 12 pirtûkên nivîskarên fransî û 10 pirtûkên nivîskarên biyanî dê ji bo wergirtina Xelata Medicis bikevin pêşbirkê.



Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demirtaş ji roja 4ê Kanûna 2016ê ve di Girtîgeha Edîrneyê de ye.



Demirtaşromana xwe ya ni navê “Seher” li girtîgehê nivîsîbû û ev pirtûk ji aliyê Julien Lapeyre de Cabanes ve ji bo zimanê fransî hatibû wergêrandin.

Rudaw
Top