• Friday, 05 July 2024
logo

Li Hindistanê mezintirîn peykerê cîhanê tê çêkirin

Gulan Media September 5, 2018 Corane
Li Hindistanê mezintirîn peykerê cîhanê tê çêkirin
Li Hindistanê mezintirîn peykerê cîhanê tê çêkirin û li ber temambûnê ye.

Li bajarê Ahmedabad ê eyaleta Gujarat a Hindistanê peykerê Sardar Vallabhbhai Patel ku kesekî sembol yê têkoşîna serxwebûna Hindistanê ye tê çêkirin. Ew peyker dê 182 metre be.

Peykerê Sardar Vallabhbhai Patel dema temam bû ku hindik maye, dê ji peykerê Azadiyê yê li New Yorkê 2 caran mezintir be.

2 hezar û 500 karker ev 5 sal in li ser çêkirina wî peykerî bê navber dixebitin û heta 31ê Cotmehê dê temam bibe. Ji bo wî peykerê ku 430 milyon dolar lê hatine xerckirin, bi sedan karkerên ji Çînê jî hatine Hindistanê û li ser kar dikin.

Niha mezintirîn peykerê cîhanê bi 128 metreyan Perestgeha Biharê ya Bûda ya li Çînê ye. Dema ku ev peykerê li Hindistanê xilas bû, bi 182 metreyan dê bibe mezintirîn peykerê cîhanê.

Di bin wî peykerî de jî perestgeheke Budîstan cih digire û bi temambûna wî peykerî dê çaverêkirin him di warê çandî û him jî di warê olî de bibe cihekî turîstîk û hejmarke zêde ya geştyaran serdana wê deverê bikin.

Sardar Vallabhbhai Patel ku weke Zilamê Hesin ê Hindistanê tê zanîn sala 1947 piştî serxwebûnê cîgirê serokwezîr bû. Patel ew eyaletên ku şerê hevdu dikirin li hev anîn, aşitiya navxweyî pêk anî û roleke mezin di serxwebûn û yekgirtina Hindistanê de leyîst.

Basnews
Top