Li Stenbolê jinan tîmeke pêşbaziyên keştiyan ava kiriye
Li navçeya Pendîka ya Stenbolê dema dinya ronîdar dibe keştiyên bayê derdikevin ser deryayê. Yek ji wan keştiyan jî ya tîmekê ye ku bi temamî ji jinan pêk tê û lîdera wan Îlke Cengîz e. Ev tîm ji bo pêşbaziyên bi keştiyên bayê kar dikin. Elîf Çanakçi bi dil û can tev li vê tîmê bûye û heta jê tê dixebite.
Endama tîmê Elîf Çanakçi ji Rûdawê re wiha behsa karê xwe kir: “Ez li ber deryayê mezin bûme. Nayê bîra min ez kengî fêrî melevaniyê bûme. Berî 5-6 salan min di çalakiyeke saziyekê de hest pê kir ku ev tiştekî çiqasî xweş e. Min dixwest dema xwe li ser keştiyan derbas bikim, lê bi rastî meraqa min li ser keştiyên bayê nebû. Me perwerde dît. Piştre kurê min jî dewam kir. Min jî dewam kir bi wî re herim werim, lê dûre min dest pê kir û bi van keçan re dewam kir. Wî dev jê berda lê ez hê jî didomînim.
Em havînan wextên xwe yên bêhnvedanê li ser keştiyê derbas dikin. Di dawiya hefteyan de em bi Îlke re derdikevin. Ez karim bêjim fêrbûn ne zehmet e, lê hinekî tevlîhev e. Gelek tişt hene ku divê tu di heman demê de lê bifikirî û wan plan bikî. Ev ne pir hêsan e, lê gelekî bi kêf e. Ez dikarim bêjim fêrbûna vê jî pir bi kêf e. Îlke gelekî bi wêrekî dest bi vê projeyê kir. Wê ev jin ti carî di jiyana xwe de nedîtibûn lê, wê keştiya xwe tenê ji bo van jinan vekir û em hemû bi hev re bûn tîmek ku gelekî baş li hev dikin. Tîma me bi hev re xweş kar dike û bi rastî em gelekî kêfxweş in.”
Jin karên li ser keştiyê bi dil û can dikin. Seroka tîmê Îlke keştiya xwe bi belaşî ji bo jinan vekiriye û vê projeyê jî wiha destpê kiriye.
Xwediya keştiyê Îlke Cengiz wiha behsa çîroka xwe kir: ““Di mala me de meraqa ti kesî li ser keştiyên bayê nebû. Bavê min berê sorf dikir. Lê ez, berê min herdem li deryayê bû. Berê min naguhere. Ez çi zanim, em bêjin eger rêya ber bi peravê ve girtî be jî ez otomobîla xwe bi wir ve diajom.
Timî xeyalên min li ser deryayê hebûn û min herdem digot ezê çawa bigihîjimê û demeke zêdetir pêre derbas bikim. Xeyalên min hebûn, weke solên hewayî ku karibim li ser bimeşim. Min digot ez kanoya xwe bigirim û herim, lê ka tê çawa herî destavê? Diyar e stranek heye dibêje “otomobîla wî heye, çi xweş e!’’, wek vê min jî keştiyên buha didîtin û wiha digot. Piştre min got bi van pereyan keştiyeke ne pir mezin jî tê kirîn. Yeke biçûk ya bi kabîne. Min pêşî perwerde dît. Min digot wê ji min re bêjin ders xilas bû, rabe keştiya xwe bigire û here. Lê ne wiha bû.
Min fêm kir eger gok ne li ber lingên min bi xwe be ezê nikaribim bilîzim. Lê ev keç qet min aciz nake. Ew kêf û coşê dide min û min kêfxweş dike. Ji xeynî vê spas ku keçên min hene. Ew fêrî çûn û hatina li ser keştiyê bûne. Weke mînak êdî dizanin ku divê li ser şirîtê rûnenin. Em pir tiştên xweş bi wan re dikin.”
Di destpêkê de qet ne hêsan bû ku Îlke kesên xerîb di keştiya xwe de hilgire.
Debarê zehmetiyan de jî Îlke Cengiz wiha axifî: “Ez di destpêkê de ditirsiyam. Lê min digot divê ez vê berpirsiyariyê li stûyê xwe bigirim. Çimkî gelek kesan berê alîkariya min kiribûn. Wexta min nû dest pê kir, ji ber ez weke nimûneyekê bûm, yanî ji ber hejmara deryavanên jin kêm bû, gelek kesan piştgiriya min kir û min herdem dixwest ez vê li civakê vegerînim. Heke na ne hêsan e mirov keştiya xwe ji kesên xerîb re veke.
Di dawî de, ev der cihekî taybet e. Lê ji aliyekî din ve, hatina wan ji bo vê keştiyê ne hêsan e. Ji ber jiyana xwe dispêrin te. Heta carekê min li ser Facebookê bangewazî kir. Min got eger jinên dixwazin li derdora we hene, wan agahdar kin. Ezê perwerdeyeke wiha bidim. Emê hawûzekê ava bikin. Min xwest ew xwe bi xwe fêr bikin. Lewma ez weke lîderekê bi wan re tevnagerim. Ez vê bi mebest dikim. Hebûna wan li vir min şa dike. Pêşî dilê xurt lêdida, gava cara yekem hatin keştiyê. Jixwe jin her car bi ber hev didin. Lê ti carî tiştekî wiha li vir neqewimî. Ew hemû wek zêr in!
Hawûza me ji nêzîkî 20 kesan pêk tê! Em pir xweş li hev dikin. Weke mînak, me bi Ozlemê re belemek çêkir ku dibe qat. Li aliyê serî yê keştiyê babystay heye lê me nikarîbû botekê bixinê. Me da ser hev û da ber hev. Ozlem endezyara berhemên pîşesazî ye. Me bi planekê belemeke ku dibe qat û pir dirustçêkir!”
Ozlem Şirin di bingeh de endezyara pîşesazî ye. Lê wê jî ji xwe re kiriye armanc ku li ser keştiya bayê bibe deryavan. Ew niha hêj nû fêr dibe.
Endezyara Pîşesazî û Endama Nû Ozlem Şîrîn da zanîn ku ew ji ji Salacakê ye û wiha pê de çû: “Ji ber vê jî ez jê ne xerîb in. Em hemû li ber deryayê mezin bûne. Piştî min û Îlke hev nas kir, hem li ser keştiyan û hem jî tiştên zêdetir li ser deryayê fêr bûm. Piştre me dest bi çêkirina belemê kir. Ew dibe qat jî. Her kes dikare wê bidest bixe. Tevlî zarokan an kesên din, kî bixwaze bi hêsanî dikare wê bikar bîne.”
Piştî karê rojane, jin berê keştiya xwe ya bayê didin peravan. Rojekê bi temamî ev jin bi tena serê xwe û tenê kûçikê wan ligel wan li ser deryayê dilê xwe li azadiyê rehet kirin. Bi rastî, êdî mirov ji wan re bêje “jinên deryayî” wê baştir be.
Rudaw