• Friday, 28 June 2024
logo

Kerên rengspî baştirîn hevrêyê şivanan

Gulan Media August 29, 2018 Corane
Kerên rengspî baştirîn hevrêyê şivanan
Li navçeya Reyhanlî ya ser bi parêzgeha Hatay a Tirkiyê ve, hewlên rêgirîkirina ji jinavçûna keran encamên baş bi dest xistine.

Kerên spî ji ber bihêzî û xweragiriya wan, ji aliyê şivanan ve gelek tên bikaranîn, lê belê ev core keran rastî kêmbûna nejadê hatiye.

Şivan dema ku di sibehiyeke zû de û bi mebesta çêrandinê, pezên xwe radikin şivînê û bi roj jî rêyeke dûr û dirêj birê dikin, gelek pêwîstiya wan bi keran dibe û kerên spî jî baştirîn hevrêyê wan e, ji ber ku di veguhastina kelûperlên wan û xureka wan a rojane de dibe alîkar ji wan re.

Top