• Friday, 28 June 2024
logo

Keça Kurd beşdarî pêşbirkên Asya 2018 bû

Gulan Media August 27, 2018 Corane
Keça Kurd beşdarî pêşbirkên Asya 2018 bû
Werzîşvana Kurd Dilsoz Ubêd ku bi navê hilbijardeya Iraqê beşdarî pêşbirkên Asya 2018ê bû lê nekarî bigihe qonaxa pêş.



Dilsoz Ubêd di beza 100 metrî ya berbest de wek tekane nûnera li ser asta welatên Erebî bû û çaremîn derket.



Werzîşvana Kurd got: “Ez Dilsoz Ubêd ji Kurdistanê hatime û werzîşvana hilbijardeya Iraqê me. Min xwe pir baş jî amade kiribû lê min nekarî pileyekî baş bidest bixim. Ez daxaza lêborînê ji we, ji rahênerê xwe û ji gelê xwe dikim ku min nekarî dilê wan xweş bikim.”



Dilsoz Ubêd herwiha got: “Ez gelek xemgîn bûm, ji ber ku berê rekordan min di vî warî de hebû. Rekorda min ji vê encamê baştir bû.”



Dilsoz Ubêd nîştecihê bajarokê Pîremegrûn a Silêmaniyê ye û li yaneya Sîrwana Nû yariyan dike. Herwiha ew xwediyê çend madalyayan e.



Baweriya wê bi werzîşvanên Kurd heye ku di pêşerojê de bikarin li ser asta cîhanê serkeftinan bidest bixin.

Rudaw
Top