• Friday, 28 June 2024
logo

Kurdek serokê tîma werzişî ya herî kevn a Almanyayê ye

Gulan Media August 16, 2018 Corane
Kurdek serokê tîma werzişî ya herî kevn a Almanyayê ye
Mihemed Tanriverdî ku ji navçeya Sêwreg a Bakurê Kurdistanê ye, bû 13 sal li herêma Essen a Almanyayê parlementer e û niha serokê tîma werzişî ya herî kevn a Almanyayê ye.



Zilamekî ku qet naweste. Dema ku em li cem wî bûn, her dem di liv û tevgerê de bû û her tiştê wî bi plan bû. Yan bi werzişê ve mijûl bû, yan li ser kar bû, yan jî bi çalakiyên siyasî, civakî û çandî mijûl bû. Hevalên wî yên Almanî ji min re gotin: “Mihemed Tanriverdî Almaniyekî temam e, lê bi tama Kurdî.”



Mihemed Tanriverdî li mala xwe ku berê ya malbateke cihû bû û di serdema Naziyan de hatine derxistin û reviyane Amerîkayê, li gel hevjîna xwe ya Yûnanî xizmeta me dike û behsa wê yekê dike ku çawa xortekî ji navçeya Sêwreg a Bakurê Kurdistanê derketiye derveyî welat û bûye kesê ku 13 sal yek ji parlementerên bibandor ên herêma Essen a Almanyayê û piştre bûye serokê tîma herî kevn a wî welatî.



Tanriverdî li ofîsa şîrketa xwe gelek tablo daliqandine, yek ji wan jî wêneya wî ya dema wergirtina madelyaya komara federalî ya Almanyayê ye. Mihemed Tanriverdî dizane ku ew madelya gelek bi qîmet e û tenê ji wan kesan re tê dayîn, ku ji bo Almanyayê karekî mezin kirine, ku di nav Kurdan de herî naskirî, nivîskarê bi navûdeng ê Alman, Gunter Grass. Tanriverdî dema li ser madelyayê diaxive dibêje: “Ez spasiya serokomar dikim ku ev madelya daye min.”



Tabloyeke din, nexşeyeke mezin a cîhanê ku li ser wê navê ti welatek tine ye. Tanriverdî dibêje: “Ev nexşe, ya beriya çêbûna dewletên modern e. Wê demê Kurd jî weke gelên din bûn û hemû yek bûn. Her dem bi vê nexşeyê tê bîra min ku em jî wek gelên din in û mafên me hene, lê ji me hatine standin.”



Li depoya kompaniya Mihemed Tanriverdî kesekî Alman dixebite, di gotûbêja me de derdikeve holê ku di qonaxa zanîngehê de bi bazirganê Kurd re di heman polê de bûne û piştî temamkirina xwendinê, nêzîkî sê sal in li kompaniya wî dixebite.



Tîma herî kevn a Almanyayê



Li Almanyayê di nîvê yekema sedsala 19an de bi navê MTV 1846 yekemîn tîma werzişî hat damezrandin. Ev tîm hêj maye û çendîn car bûye şampiyona Almanyayê.



Mihemed Tanriverdî hinek caran bi tîşorta tîma xwe û hinek caran jî bi tîşorteke ku Ala Kurdistanê û hejmara 10 li ser e, diçe stada tîma xwe. Tanriverdî diyar dike ku herdu tîşort jî ji bo wî weke evînê ne. Li ofîsa xwe ya tîmê, Tanriverdî bi şanazî madelya û kupayên cur bi cur pêşan dide, ku tîma wî qezenc kirine.



Tanriverdî dest bi projeyeke werzişî kiriye ji bo koçberên ku li herêma Essen niştecih in. Tîmeke werzişî ji bo wan amade kiriye û her roj hewl dide bi rêya werzişê wan bi Almanan re têkel bike.



Mihemed Tanriverdî bi xwe jî bi awayekî berdewam bi antrenmanan ve mijûl e, ji ber ku her sal beşdarî maratonan dibe li welatên cîhanê. Li New York, Yûnanistan û li gelek welatên din heta du saetan beziyaye û bawernameya beşdarî û rekorê wergirtiye.



Şanaziya malbatê



Hevjîna Tanriverdî ya Yûnanî, bi şanazî behsa hevalê xwe yê jiyanê dike. Du kurên wan hene, ku ji hev cuda dijîn. Lê belê evîneke kûr wan bi hev ve girêdide. Dema hevpeyvîna li gel hevjîna wî, Tanriverdî wêneyên wê dikşîne û ji kurên xwe re dişîne û dibêje: “Binêrin diya we bûye stêrkeke televîzyonê.”



Mihemed Tanriverdî bi karên ku heta niha kirine, kêfxweş e. Lê dibêje peywendiya serkeftina wî bi wê yekê re heye ku Kurd ji gelên din baştir dikarin xwe biguncînin û têkelbûna wan bi civaka Almanî re heye: “Em ne weke gelên din in, dewleta me tine ye, dema Almanya hembêza xwe ji me re vedike, hêsantir em amade ne têkelî welatê xwe yê duyem bibin.”



Xanimeke Almanî ku bi Îngilîziyeke xweş diaxive li baxçeyê restoranteke bajarê Gîsin nanê nîvroyê dixwe, ku ew di 13 salên parlementeriya Tanriverdî de hevfraksiyona wî bûye û di rûniştinan de bi awayekî berdewam gengeşe kirine. Ew dibêje: “Demek berê rewşa min a tendirustiyê nebaş bû û ez ditirsiyam ku bimirim. Min ji Mihemed re got ku tu soz didî piştî ku ez bimirim tu dê bavîtî li kurê min bikî? Mihemed bêyî dudilî got 'belê'. Vê yekê aramiyeke kûr da min.”



Niha ew xanim yek ji rêveberên rêxistina Civaka Kurdî ye ku saziyeke ser bi dewleta Almanyayê ye û her sal di civîna navbera Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û nûnerên neteweyên niştecihên Almanyayê de nûnertiya Kurdan dike. Her sal Mihemed Tanriverdî ew kes e ku dibe nûnerê Kurdistanê û li gel Merkel dicive.



Tanriverdî bi şanazî bîranînên Kurdistanê ku niha nûnertiya wî dike, vedijîne û dibêje: “Her dem dilê min li Kurdistanê ye, dizanim jî eger niha li Kurdistanê mabûma, bûbûm şivan.”

Rudaw
Top