• Sunday, 26 May 2024
logo

Kurdek dibe rahênerê yaneyekê Swîsreyê

Gulan Media August 8, 2018 Corane
Kurdek dibe rahênerê yaneyekê Swîsreyê
Mihemed Necat ê rahênerê tîma ciwanên yaneya Saint Gellen a Swîsrî piştî bidestxistina bawernameya A ya cîhanî ya rahêneriyê, niha bi niyete girêbestekî mor bike da bibe rahênerê tîma yekem a vê yaneyê, ku di lîga yekemîn a Swîsreyê de yariyan dike.



Mihemed Necat biryarê futbolîstê berê yê hilbijardeya Iraqê Mûrad Gerdî ye. Necet li Swîsreyê beşdarî xula rahêneriyê bû û bawernameya A ya cîhanî wergirt.



Rahênerê Kurd ji Rûdawê re got: “Ev demeke dirêj e ez li gel tîma ciwanên St. Gallen kar dikim. Di vê navberê de ez beşdarê xuleke rahêneriya profesyonel bûm û min bawernameya A ya cîhanî bidestxist. Xula me bi serpereştiya Federasyona Futbolê ya Navdewletî (FIFA) birêve çû û 6 mehan berdewam kir.”



Mihemed Necat da xuyakirin ku piştî bidawîkirina vê xulê niha dikare bibe rahênerê tîmên yekemîn û diyar kir: “Niha çend yaneyên swîsrî dixwazin ez bibim rahênerê tîmên wan ên ciwanan. Lê yaneya St Gallen hewl dide min bike serpereştê rahênanên tîma yekemîn.”



Saint Gallen yaneyekî kevin û navdar ê Swîsreyê ye. Ev yane di sala 1879ê de hatiye damezrandin û niha jî di lîga yekemîn de beşdarê pêşbaziyê dibe.



Rahênerê Kurd got: “Bi rastî niha dixwazin ligel tîmên mezin kar bikim. Gelek tîmên Swîsre û Nemsayê hene ku dikarim li gel wan kar bikim.”



Mihemed Necat Gerdî xelkê bajarê Hewlêrê ye û tekane Kurd e ku li Swîsreyê bawernameya rahêneriyê wergirtibe.



Ew dibêje: “Dixwazin di warê rahênanê de zêdetir behremendiyên xwe pêşve bibim da ku di paşerojê de bikarim xizmeta werzîş û futbola Kurdistanê jî bikim.”

Rudaw
Top