• Saturday, 25 May 2024
logo

Du xwişkên hev di mala xwe de 51 pisîkan xwedî dikin

Gulan Media August 5, 2018 Corane
Du xwişkên hev di mala xwe de 51 pisîkan xwedî dikin
Du jinên Brîtanî ku bo geştyariyê serdana bajarê Eqser ê Misrê kiribûn, hez ji wî bajarî kirin û biryar dan ku li wir bijîn. Niha ew herdu jin Barbara Clarke û Theresa Clarke di mala xwe de 51 pisîkan xwedî dikin û bûne ji wan kesên kêm ku pisîkan rizgar dikin.



Herçende plana herdu xwişkên hev Barbara Clarke û Theresa Clarke ne ew bû ku pisîkan rizgar bikin lê dibêjin pisîk wek zarokan e û daxwaz dikin ku mirov bi nermî serderiyê ligel hemû ajelan bikin.



Herdu xwişk piştî wek geştyar serdana bajarê Eqser dikin, dilê wan dikevin wî bajarî û niha li wir dijîn. Herdû jinan mala xwe kirine behiştek bo pisîkan. Niha ew di mal de nêzîka 51 pisîkên spî, reş, mezin û biçûk xwedî dikin. Ji ber vê yekê hemareke zêde ya xelkê serdana mala wan dikin. Ligel ku niha mala wan tije pisîk e lê dixwazin hejmareke zêdetir a pisîkan xwedî bikin.



Derbarê xwedîkirina pisîkan de Barbara Clarke wiha dibêje: "Plana me ne rizgarkirina pisîkan bû, lê ew hatin ba me. Wek yekem pisîk, Nanuk, dema min li hotêlekê kar dikir û ez li cihê pêşwaziyê rûniştibûm, pisîk hat cem min û li ser lingê min rûnişt, çîroka anîna pisîka yekem wiha destpê kir."



Ligel mesrefa zêde ya 51 pisîkan lê ew xwarinên wek makerêl, birinc, mirîşk, kezeb û şîr bo wan dikirin. Ew herdû xwîşk daxwazê ji xelkê dikin ku bi nermî û dilfirehî ligel hemû ajelan tevbigerin.



Theresa Clarke jî got: “Eger me kesek li cadeyê dît bi taybetî ewên ku kar bi ajelan dikin, dema em bibînin ku xwediyên wan li wan dixin, em bangî wan dikin û dibêjin: Xwedê te dibîne.”



Herdû jinên Brîtanî Theresa û Barbara niha bûne nêzîktirîn û baştirîn heval bo pisîkên bajarê Eqser ê Misrê.

Rudaw
Top