• Sunday, 19 May 2024
logo

Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt

Gulan Media August 2, 2018 Corane
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
Kurdê ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê Koçer Bîrkar ku li Londonê niştecih e, xelata Fields wergirt ku li cîhanê xelata herî mezin a bîrkariyê (matematîk) ye.



Xelatên Fields ên vê carê, ji çar profesorên warê bîrkariyê Koçer Bîrkar, Alessio Figalli, Akshay Venkatesh, Peter Scholze re hat dayîn û merasîma xelatkirinê li welatê Brezîlyayê bajarê Rio de Jeneiro hat kirin.



Profesor Koçer Bîrkar ku Kurdekî ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê ye, çend sal berê weke penaberek çûye Brîtanyayê û niha li Zanîngeha Cambridge mamoste ye.



Koçer Bîrkar ji kovara zanistî ya Quanta re diyar kiriye, dema ku li Zanîngeha Tehranê xwendekarê lîsansê bûye, çûye Brîtanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Bîrkar dibêje: “Dema diçûm cihê ku tîma bîrkarî li wir dixwend, wêneyên serkeftiyên xelata Fields li ser dîwarê hatibûn daliqandin. Min li wan temaşe kir û ji xwe re digot, gelo rojekê ez ê bikarim yek ji wan bim? Dema ez li Îranê bûm, heta nizanibûm ez ê bikarim biçim welatên rojava.”



Koçer Bîrkar piştî bidestxistina xelatê dibêje: “Ez hêvî dikim, vê agahiyê 40 milyon Kurdên cîhanê kêfxweş kiribe.”



Xelata Fields ku weke "Nobela di warê bîrkariyê de" tê zanîn, ji sala 1932an ve ji wan kesan re tê dayîn ku di warê bîrkariyê de dahênanê dikin.

Rudaw
Top