• Sunday, 19 May 2024
logo

Çiyavanên Helebceyî çûn ser bilindtirîn çiyayê Başûrê Kurdistanê

Çiyavanên Helebceyî çûn ser bilindtirîn çiyayê Başûrê Kurdistanê
Komek çiyavanên bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê çûn ser çiyayê Helgord, ku bilindtirîn çiya li Kurdistan û Iraqê ye.

Komên çiyavaniyê yên Şehîdan û Sefîn yên Helebcê çûn ser çiyayê Helgord. Çiyayê Helgord li kêleka bajarokê Çoman li parêzgeha Hewlêrê ye û bilindiya wî 3 hezar û 607 metr e. Helgord bilindtirîn çiya ye li Kurdistan û Iraqê.

Serokê koma çiyavaniyê ya Şehîdên Helebcê Zana Omer li ser wê yekê ji BasNewsê re got, em û koma Sefîn bi hev re çûn ser çiyayê Helgord. Demekî kurt be jî em ji germaya havînê rizgar bûn. Ser çiyê gelekî sar bû ji ber ku berf hebû!

Zana Omer her wiha got, em çûne ser gelek çiyayên Kurdistanê lê ti çiyayek bi qasî serketina Helgord zehmet nebû. Em ji Helebcê heta ser Helgord bi piyan çûn.

Basnews
Top