• Saturday, 25 May 2024
logo

Şanoya Romanî li Silêmaniyê tê vekirin

 Şanoya Romanî li Silêmaniyê tê vekirin

Şanoya Romanî li bajarê Silêmaniyê yek ji mezintirîn cihên nimayişkirinê li Rojhilata Navîn e, ku dikeve nava parka Hewarî Şar a wî bajarî.



Derbarê projeyê de Rêveberê Rewşenbîriya Silêmaniyê, Babekir Direyî ji Tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ew proje ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye çêkirin, ku têçûya wê 6 milyar dînar bûye.



Projeya Şanoya Romanî li ser dîzayna Şanoya Kolosiyom ya Roma ya paytexta Îtaliya hatiye çêkirin, ku ew avahiya dîrokî di serdemê împeratoriya Roma de hatiye avakirin.



Niha ev proje tevî ku karên hunerî têde tên encamdan, rojane xelk jibo dîtina wê û wênegirtinê serdana wê dikin. Biryar e êvariya îro ev projeya mezin bi awayekê fermî bihê vekirin.

Rudaw
Top