• Saturday, 25 May 2024
logo

Yekîtiya Ewropayê 4,3 milyar euro ceza da Googleyê

Yekîtiya Ewropayê 4,3 milyar euro ceza da Googleyê
Yekîtiya Ewropayê bi hinceta di pergala bernamesaziya Androidê de desthilatdariya bazarê xirab bikar aniye dê 4,3 milyar euro cezayê pere ji Google re bibirin.



Komîsyona Yekîtiya Ewropayê eşkere kir biryar dane bi sedema ku di pergala bernamesaziya Androidê de ku di têlefonên biaqil, tablet û cihazên mobîl ên curbecur de tê bikaranîn desthilatdariya bazarî xirab bikar aniye 4,3 milyar euro cezayê pere li Googleyê bê birîn.



Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin divê Google di nav 90 rojan de şêwaya xebata xwe biguherîne.



Di di têlefonên biaqil, tablet û cihazên mobîl de herî zêde bernamesaziya Androidê tê bikaranîn û ji bo bernameyên Googleyê çavkaniyeje girîng a dahatê ye.

Rudaw
Top