• Saturday, 18 May 2024
logo

Ev jî çêbû - Bavê şîr da zaroka xwe

Ev jî çêbû - Bavê şîr da zaroka xwe
Li Amerîkayê zilamê bi navê Maxamillian Kendall Neubauer, ji ber hevjîna wî di zayînê de nexweş ket, bi mekanîzmayekî balkêş di paşila xwe de şîr da pitika xwe ya bi navê Rosalia.



Dema April Neubauer a hevjîna Maxamillian Kendall Neubauer li nexweşxaneyê pitika xwe Rosalia tîne dine, nexweşiyeke giran digre û radikin bin çavdêriya pizîşkan.



Peristarekê nexweşxaneyê ji bo şîrdana pitikê mekanîzmayekî bi memkê bav ve girêdide û bi vî awayî Rosalia dide ber pêsîra wî.







Wêneyên Maxamillian piştî li ser toren civakî hatine belavkirin rastê eleqeyeke mezin hat û di roja yekemîn de 30 hezar kesan parve kir.



Hate gotin, ku dayika Rosaliayê nexweşiya freksa hêkan (PCOS) bûye, ku bûye sedema têkçûna hormonî, ku şansê ducanbûnê kêm dike.



Lê ji ber nexweşiyê bavê erkê şîrdanê girte stûyê xwe. Li gorî zanistên pizîşkî piştî jidayikbûnê pêwîstiya zarokan bi hêmêza dayikê heye.

Rudaw
Top