• Saturday, 18 May 2024
logo

Akademiya Swêdê xelata wergerê ya îsal da Kurdekî

Akademiya Swêdê xelata wergerê ya îsal da Kurdekî
Akademiya Swêdê "Xelata Wergerê ya Wêjeya Swêdê" ya îsal ji wergêrê Kurd Rizgar Şêxanî re da.



Nivîskar û wergêr Rizgar Şêxanî ji Rûdawê re ragihand: “Akademiya Swêdê bi nameyekê ez agahdar kirim ku Xelata Wergerê ya Wêjeya Swêdê ya îsal dê bidin min. Xelat tiştekî manewî ye ku 100 hezar krona swêdî ye û dike nêzîkî 12 hezar dolara amerîkî. Ez bi vê xelatê gelek bextewer û kêfxweş bûm, spasî wan dikim.”



Rizgar Şêxanî li ser xelatê herwiha eşkere kir: “Akademiya Swêdê li cîhanê binavûdeng e û ev xelat bêhtir ji bo rêzgirtina hewldanên min ên 30 salî yên di warê wergerê de ye. Ev xelat jî nayê wê wateyê ku ez wergêrekî baş û bi şiyan im, tenê rêzgirtina wê yekê ye ku ez wêjeya Swêdî werdigerînim Kurdî.”



Rizgar Şêxanî di sala 1961ê de li Hewlêrê ji dayîk bû. Şêxanî dibêje ku 37 sal li Hewlêrê niştecih bûye û ji sala 1982an ve li Swêdê dijî. Herwiha ji sala 1988an ve bi wegera wêjeya Swêdê mijûl e û ji wê demê ve gelek pirtûkên Swêdî wergerandine zimanê Kurdî.

Rudaw
Top