• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Hewlêrê Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê

Li Hewlêrê Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê
Dawiya meha Tebaxa 2018an li bajarê Hewlêrê di dîroka Kurdistan û Iraqê de cara ewil, "Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê (Kurdistan Fashion Week)" bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê dê were lidarxistin.

Rêvebera Peywendiyên Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê Perya Purmuzeferî ji Rûdawê re ragihand: “Beşeke mezin a amadekariyên lidarxistina Yekemîn Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê temam bûye, ev proje dê dawiya meha Tebaxa îsal yekem car li Hewlêrê were sazkirin.”


Perya Purmuzeferî herwiha diyar kir: “Zêdetirî 6 hezar kes ji bo beşdariya vê projeyê xwe tomar kirine, dixwazin weke nimayîşkar, dîzayner û xwebexş beşdar bibin, niha 30 dîzaynerên Kurd ji bo nimayîşkirina koleksiyonên xwe dest bi dirûtina cilûbergan kirine.”

Purmuzeferî got: “Kesên ku xwe tomar kirine piraniya wan Kurd in. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ne û Kurdên Ewropayê jî beşdarî projeyê dibin. Herwiha çend nimaşkarên cilûbergên cîhanî ji welatên ciyawaz ên dinyayê ji bo nimayîşkirina cilûbergan têne Kurdistanê.”

Li ser cureyên cilûbergên ku têne nimayîşkirin Perya Purmuzeferî got: “Cilûbergên cur bi cur ên kajwal (cilûbergên rehet) û formal (cilûbergên fermî) û herwiha cilûbergên Kurdî dê werin nimayîşkirin. Nimayîşkarên beşdar bi standardên cîhanî têne ser dika projeyê. Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê dê 3 roj berdewam bibe.”

Rêvebera Peywendiyên Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê dibêje: “Armanca me ew e ku bi rêya vê projeyê ciwaniya Kurdistanê nîşanî dinyayê bidin, herwiha ev proje rasterast bandor li ser sektora aborî, geştiyarî û pîşesaziya Kurdistanê dike.”

Hefteya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê di dîroka Kurdistan û Iraqê de yekem car ji aliyê sektoreke taybet, bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê û piştevaniya Desteya Giştî ya Geştûguzariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin. Tora Medyayî ya Rûdawê jî bi hemû beşên xwe ve dê vê projeyê bişopîne û bi awayekî zindî bi rêya televîzyon, medyaya civakî û beşên din, dê bîne pêşberî temaşevanên Kurd û cîhanê.

Rudaw
Top