• Saturday, 18 May 2024
logo

Melevanê Fransî wê Okyanusa Aram derbas bibe

Melevanê Fransî wê Okyanusa Aram derbas bibe
Melevanê bi navê Ben Lecomte yê ku eslê xwe ji Fransayê ye dixwaze di dîrokê de bibe kesê ewil ê ku Okyanusa Aram ku dikeve navbera Asyayê û Amerîkayê bi melevanîyan derbas bûye. Ji bo vê Lecomte ji Japonyayê dest bi melevanîyan kir.

Li gor nûçeya BBCyê Lecomte (51) ji Japonyayê dest bi melevanîya kir û heta ku bigihêje qeraxa rojavayê Amerîkayê her roj 8 saet bi tevahî ji 6 mehan zêdetir wê di behrê de bimîne.

Ev rêwîtî wê 9 hezar kîlomêtro dewam bike.

Lecomte dixwaze balê bikşîne ser guherîna av û hewayê.

Di vê maratonê de hin zehmetî hene. Dibe ku semasî hebin, bahoz çêbibe, ava zêde sar tesîreke neyînî li ser Lecomte bike.

Komeke zanyaran jî wê beşdarî rêwîtiya Lecomte bibin û li ser mijarên wekî werzişeke wiha giran çawa tesîrê li ser dil dike, bermayiyên plastîk ên di behrê da, zirarên felaketa nukleer a Fukuşîmayê daye okyanusê wê lêkolînan bikin.

Lecomte li Amerîkayê dijî û hat ragihandin ji bo ku dest bi vê rêwîtiyê bike wî her roj li derva werziş kiriye, hişê xwe bi hin egzersizan va ji bo vê rêwîtiyê amade kiriye. Ji bo ku bi hêz û xurt dewam bike diyeta şekir a 8 hezar kalorî dihewîne wê bike.

Lecomte di sala 1998an de her roj 6 hezar û 400 kîlomêtro melevanî kiribû û di nav 73 rojan de ji Atlantîkê derbas bûbû.

Waar.tv
Top