• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê zarokek ji devê gurekî hat rizgarkirin

Li Herêma Kurdistanê zarokek ji devê gurekî hat rizgarkirin
Şevê din li gundekî ser bi bajarokê Şêrwan ê Mezin yê ser bi bajarê Mêrgesorê ve, gurekî êrîşî zarokekî kir û piştî ku malbata wî haydarî wê êrîşê bû, yekser endamên malbatê bi hewara wî ve çûn û ew ji nav lepên gur rizgar kirin.

Rêvebirê berevaniya şaristanî li Soran emîd Îmad Rêkanî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em ji aliyê bingeha bergiriya şaristanî ya bajarokê Şêrwan ê Mezin ve hatin haydarkirin, ku şevê din li gundê Lîrê yê ser bi bajarokê navhatî ve, gurekî êrîşî zarokekî 5 salî bi navê (Hakan Rizgar Hecî) kiriye, lê bavê wî li gel kesekî din ku mêvanê wan bû, karîn wî zarokî ji nav lepê gur rizgar bikin".

Rêvebirê bergiriya şaristanî li Soran got jî: "Piştî ku ew zarok di nav lepên gur de hat birîndarkirin, ew ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneya Mêrgesorê hat veguhestin".

K24
Top