Xortekî Kurd li kongreya aborî ya Rûsyayê serokatiya DEMYC dike
![Xortekî Kurd li kongreya aborî ya Rûsyayê serokatiya DEMYC dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/378768Image1.jpg )
Felah Hesen ku cîgirê serokê mezintirîn rêxistina ciwanên siyasî ya cîhanê ye (DEMYC), derbarê kongreya Sn. Petersburgê ya li Rûsyayê de ji Rûdawê re ragihand: “Ez kêfxweş im ku weke Kurdekî ev kar ji min re hatiye dayîn. Ez spasiya welatê Rûsyayê jî dikim ji ber vê vexwendina fermî û giringîdana wan a ji Ciwanên Siyasî yên Cîhanê re.”
Cîgirê Yekem ê Serokê Civata Ciwanên Demokrat ên Ewropayê (DEMYC) Felah Hesen diyar kir ku destpêka îsal di meha Sibatê de jî ji bo Kongreya Asayişa Munichê hatibûn vexwendin û got: “Ev hemû dibin sedema bihêzbûna pêgeha siyasî ya xortên Kurdan li ser asta cîhanê.”
Kongreya Sn. Petersburg dê di 24–26ê Gulanê de were sazkirin û weke mezintirîn kongreya aborî ya cîhanê tê hesibandin ku salane 188 welat beşdar dibin û herwiha bi dehan serokên welatan û kesayetên mezin ên siyasî û aborî di kongreyê de amade dibin.
Rudaw