• Saturday, 25 May 2024
logo

Amed dixwaze xelata 'oscarê' ya geştyariyê werbigre

Gulan Media April 28, 2018 Corane
Amed dixwaze xelata 'oscarê' ya geştyariyê werbigre
Navenda Nûçeyan - Bajarê Amedê ya ku dixwaze xelata "Sêva Zêrîn" a ku ji hêla Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Seyahatê ya Cîhanê (FIJET) tê dayîn hilde, dê mazuwaniya nivîskar û rojnamevanan bike.



Ji bo ku milyonek geştyar bên bajêr, li cîhanê navê Amedê bê bihîstin û xelata "Sêva Zêrîn" a ku ji hêla FIJETê va tê dayîn bê girtin li Amedê çalakiyeke navneteweyî tê sazkirin.


Parêzgarî, Şaredariya Mezin, Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê û Platforma Geştyariyê çalakiyê li dar dixin.



Ji 11 welatan jê 19 biyanî, 36 nivîskar û rojnamevan wê li Amedê bûne mêvan.


Kordînatorê Ofîsa Piştgiriya Veberhênanê ya Amedê ya Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê Diyadîn Înan di daxuyaniyekê de got ev Platforma Geştyariyê ji 100 hevkaran pêk tê ku di nav wan de saziyên wek Walîtiya Amadê, Şaredariya Mezin a Amedê, Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê, Zanîngeha Amedê, Reveberiya Çand û Turîzmê ya Bajêr hene.


Înan got par li gor sala din di hejmara geştyaran de ji sedî 130 zêdebûn çêbûye, lê armanca wan ew e ku milyonek geştyar bên Amedê, ji ber vê jî di navbera 27-30yê Nîsanê de ewê mazuwaniya endamên FIJETê bikin.



Înan anî ziman ji 11 welatan yên wek Misir, Almanya, Fransa, Îtalya, Rûsya, Ukraynayê 36 nivîskar û rojnamevan li Amedê ne ku ev jî ji bo nasandina Amedê gaveke pir girîng e.



Ji bo bernameya gera nivîskar û rojnamevan Înan da zanîn ku ew dê Sûrên Amedê, Baxçeyên Hewselê, Keleha Zerzevanê cihên dîrokî û çandî yên din bigerin, dema zivîrîn welatên xwe jî dê derbarê Amedê de nûçeyan binîvisin, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî pesnê Amedê bidin ku ev ji bo nasandina Amedê pir girîng e.


Di berdewamiya axaftian xwe de Înan anî ziman FIJET her sal xelata Sêva Zêr dide ku ev xelat di qada geştyariyê de wek "oskara geştyariyê" tê qebûlkirin û armanca wan ew e ku ev xelat bibe ya Amedê û wiha dewam kir: "Di sala 1984an de Antalyayê, di sala 2012an de Hamamonuyê û di sala 2017an de jî Konyayê ev xelat hildan. Armanca me ew e ku cara çaremîn jî ev xelat bibe ya Tirkiyeyê, ya Amedê."

Rudaw
Top