• Saturday, 18 May 2024
logo

Gulên sirûştî li Kurdistanê bazareke germ û nû peyda kiriye

Gulan Media April 27, 2018 Corane
Gulên sirûştî li Kurdistanê bazareke germ û nû peyda kiriye
Meha Nîsanê li Herêma Kurdistanê meha waneyên derketina ji zanîngeh û peymangehan e. Li ber deriyê kolej û peymangehan gulfiroş gulên xwe yên sirûştî datînin.



Nihek xwendekar ji bo wênegirtinê gulan amade dikin. Herwiha hinek xizm û hevalên wan jî ji bo diyarî ji wan re gulan dikirin. Bi vî awayî di vê mehê de ji bo firotina gulên sirûştî bazarek peyda dibe.



Di 3 mehan de 200 hezar gul firot



Pêşangeha gulên sirûştî ya Amsterdamê tenê 7 meh in li bajarê Hewlêrê hatiye vekirin. Lê di nava 3 mehên borî de 200 hezar gulên sirûştî firotiye.

Xwediyê pêşangehê Bextiyar Omer dibêje: “Niha hizra gelê Kurdistanê gelek hatiye guhertin. Mirov êdî di dema serdana nexweşan, di ahengên dawetan û ji dayikbûnan de û herwiha di ahengên xwendekaran de gulên sirûştî dikirin.”



Bi gotina Bextiyar Omer niha li Hewlêrê gelek caran ji bilî otomobîla bûkê, holên dawetan jî bi gulên sirûştî tên xemilandin, ku hinek hol heta bi bihayê 5 hezar dolar bi gulên sirûştî tên xemilandin.



Bextiyar dibêje hinek kiryarên wî xwedî kodên taybet in û her hefte yan jî her meh ji wan re gulan dibin cihên cuda.



Gulfiroş Bextiytar Omer derbarê nirxê gulan de diyar dike: “Her şitlek bi 3 hezar dînaran (2.5 dolar) e. Lê nirxê qevdê gulan li gorî ciwaniya wan tê guhertin û hinek hene digihin 250 dolaran.”



Ji Holanda, Tirkiye, Îran û Kenyayê tînin



Ji ber daxwaza zêde ya ji bo gul û kulîlkên sirûştî û herwiha şitlên daran, niha bi dehan kompanya ji welatên weke Holanda, Tirkiye, Îran, Kenya û welatên din berheman tînin Herêma Kurdistanê.



Rêveberê giştî yê kompanya û pêşangeha Kurdistan, Sidqî Berwarî berê gulên sirûştî hawirde dikir. Lê par ji bo ceribanbdinê 15 hezar gul ji Holandayê anîne û li gundekî nêzîkî Hewlêrê li ser rûberê 4 hezar metre ducar çandiye.



Sidqî Berwarî dibêje wî îsal heta niha 120 hezar gul firotiye pêşangehan û wiha diaxive:



“Me test kiriye, kalîteya gulên me pir baş e û 18 rojan dimîne. Em hewl didin kalîteya wan bilintir bikin û bigihînin asta gulên Ekwadorê, ku niha ew ji gulên Holandayê baştir e.”



Berwarî niha amadekarî dike da ku li bajarokê Behrikê yê Hewlêrê, li ser 20 donim erd gulên Roz ên Holandî biçîne û dibêje: “Armanca me ew e, ku di dema pêş de brandeke bi navê Newroz çêbikin û gulên xwe bifiroşin borsaya Holandayê jî.”



Borsaya gulên sirûştî heye



Herweke borsaya petrol, zêr, dolar û madeyên kanzayê, li Holandayê borsaya firotina gulan jî heye. Piraniya welatên berhemhênerên gul, berhemên xwe di vê borsayê de nimayî dikin. Ev çend sal e jî kompanyayên Kurdan li wê borsayê gul û şitlan dikirin û tînin Herêma Kurdistanê.



Sidqî Berwarî dibêje: “Li gorî pêdaçûnên me, her meh di peşangeh û gulfiroşên Kurdistanê zêdetirî 120 hezar gul û şitil tên firotin. Bi vî awayî salane li Kurdistanê nêzîkî milyon û nîvek gul tên firotin.”



Li gorî amarên Wezareta Çandinî, di sala 2013ê de 18 kompanyayên cuda 7 milyon û 218 hezar şitil û gulên sirûştî hawirdeyê Herêma Kurdistanê kirine. Lê sala borî ji ber pirsgirêka girtina firokexaneyên Kurdistanê tenê 3 milyon û 573 hezar şitil û gulên sirûştî hatine hawirdekirin.



Bi gotina Sidqî Berwarî her sal li Herêma Kurdistanê ji bo kirîna gulên sirûştî û şitlan bi milyonan dolar diçe derve û dibêje: “Wek mînak me par ji bo pêşangeha xwwe bi bahayê milyonek û 700 hezar dolar gul ji Kenyayê hawirde kir.”

Şivanek bûye gulfiroş



Govend Xelîl ê 20 salî jî gulfiroşeke ji Hewlêrê ye. Wî berî şivantî dikir lê niha wî ji xwe re kareke nû peyda kiriye. Ew di dema ahengên derçûnê yên xwendekaran de li pêş deriyên dibistanan amade dibe û gulan difiroşe.



Govend Xelîl dibêje wî gelek hez ji vê pîşeya xwe ya nû kiriye û dixwaze berdewam jî bike.



Xelîl diyar dike: “Em ji şitilfiroşan 8 gulan bi 10 hezar dînaran dikirin û paşî diçînin. Piştî hingî gulên me çêdibin û em her yekî bi 2 hezar dînran difiroşin. Rojane nêzîkî 40 hezar dînar (33 dolar) bidest dixim.”

Rudaw
Top