• Sunday, 19 May 2024
logo

Keça kurd Mutlu Kaya li Îtalya hat xelatkirin

Gulan Media April 25, 2018 Corane
Keça kurd Mutlu Kaya li Îtalya hat xelatkirin
Keça Kurd Mutlu Kaya, ku di encama êrişeke çekdarî de seqet bibû, li Îtalya hunera xwe nîşan da û hat xelatkirin.

Keça kurd Mutlu Kaya, li bajarê Mîlano yê Îtalya stran got û hat xelatkirin. Xelata wê jî “Pilaketa Jiyanê” bû.

Kaya, li ser dikê wisa axifî: Êdî ez naxwazim ti kes destê xwe li ser jinan bilind bike û li wan bide, xeyal û hêviyên keçên din bila ji destê wan neyê girtin. Hêviyên min ji destê min hate girtin. Lê ez bi hêvî me ku ezê rabim ser piyan. Dixtorên min wisa dibêjin. Dema ez rabim ser lingê xwe ezê xizmeta têkoşîna jinan bikim. Îro min cilê gewr li xwe kir, ji ber ku jin melek in.

Mutlu Kaya , xelka bajarokê Erxanî yê Diyarbekirê ye. Di sala 2015 de tevlî pêşbirka strangotinê ya kenaleke televîzyonê bibû û stran gotibû . Bi dengê xwe bala herkesî kişandibû. Lê belê 18 Gulana 2015 dergîstiyê wê ji ber hesûdiyê gûle bera wê dabû û ew birîndar kiribû.

Kaya piştî tedavîya dûr û dirêj ji nû ve vegeriya jiyanê, niha jî nikare rabe ser lingê xwe , ji bo ku bikaribe bimeşe divê tedavîyekî bibîne.

Basnews
Top