Xwedanê Facebookê Mark Zuckerberg rastî lêpirsîna Kongireya Amerîka hat!
Xwedanê Facebookê Mark Zuckerberg, duh li Kongireya Amerîka amade bû û li ser dizîna agahiyên bi milyonan endamên Facebookê ji aliyê şîrketeke şêwirmendiya siyasî ve bersiva pirsên endamên Kongireyê da.
Mark Zuckerberg beriya ku bersiva pirsan bide, got, ji ber ku Facebook ya min e çi xeletiyek hebe ez berpirsiyar im. Min wek pêwîst hewla parastina agahiyên endaman neda. Ez lêborînê dixwazim.
Xwedanê Facebookê da xuyakirin ku êdî ewê tedbîrên tund bo parastina ekawntên endamên Facebookê dayne.
Piştî ku eşkere bû şîrketa bi navê “Cambridge Analytica” bê destûra Facebookê agahiyên derdora 87 milyon endamên wê biriye, şîrketa Facebookê bi dehan milyar dolar nirxa xwe ji dest da her wiha bawerî li hember Facebookê jî lawaz bû.
Ji ber ku navenda Facebookê li Amerîka ye û piraniya wan kesên ku agahiyên wan hatibûn dizîn, Amerîkî bûn, Kongireya Amerîka gazî xwedanê Facebookê kir da ku li ser wê mijarê daxuyanî bide.
Basnews