• Friday, 22 November 2024
logo

Valentîn û kevneşopiyeke Kurdî ya sed salî

Gulan Media February 15, 2018 Corane
Valentîn û kevneşopiyeke Kurdî ya sed salî
Bi boneya valentîn ango roja hezkiriyan li çar aliyê cîhanê û bi hemû zimanan çalakî û bernameyên cûrbecûr hatin sazkirin. Li Stenbolê jî bi heman mebestê kevneşopiyeke Kurdistanê hate nûjenkirin. Sêva Mixêkrêj (qerenfîl) ku weke sîmgeya bi zimankirina hez û evînê tê zanîn li vî bajarî di dîdariyeke taybet de bû hevsoziya ciwanên Kurd.



Li gorî hin nêzikahî û şexsiyetan, ol û baweriya gerdûnî û tekane dînê hemû mirovahiyê ev e. Eşq, hez, evîndarî û hezkirin. Di her zimanekî de jî heman hest hevok û sîmgeyên cihê xwe dide der. Weke ku di kurdî de xwe bi “Sêva Mixêkrêj” dide der.



Derbarê vê mijarê de hunermendê Kurd Seywan Saedîn ji Rûdawê re wiha got: “Sêva Mixêkrêj kevneşopiyeke dîrokî ya Kurdan e. Bi taybetî jî li hin herêman. Lê mixabin ew jî weke gelek kevneşopiyên din hatiye jibîrkirin. Min cara ewil ew sêv di 91an de ji dayîka xwe girt. Em ji hev xeyîdîbûn. Pişt re min lêkolîn kir û min dît ku paşgo û dîrokeke wê ya gelekî dewlemend heye.”



Ew keç, xort û kalêmêr û jin, bi boneya roja valentînê gihîştine hev û kevneşopiyeke Kurdan a sedan sal nûjen dikin. Sêva Mixêkrêj amade dikin da ku her yek ji wan dê bide dildar û hezkiriyek xwe.



Welatiyê bi navê Mehmet Can jî got: “Min ew nedîtye û ne bihîstiye. Ez niha dibînim, dizanim û çêdikim.”



Xwendekarê bi navê Selma Seven wiha axifî: “Welleh li şûna ku yek were û rasterast bibêje ez ji de hezdikim, ku sêveke wiha bide min dê bêhtir li xweşa min biçe. Ji ber ku tê de ked heye.”



Komek ciwanên Kurd ya bi navê “Chalak Events”, bi boneya vê roja taybet li Stenbolê salonek ji bo vê bernameya taybet amade kir. Ên ku bi saya medya civakî jê hayîdar bûn jî berê xwe dan vir bi seatan mixêk li sevên xwe çandin.



Xwendekar Medîne Demîr jî diyar kir ku ew sêva mixêkrêj ji bo xwe çêdike û wiha pê de çû: “Ne ji bo kesî. Ez doh bi sêva mixêkrêjê hesiyam. Dibêjin 100-150 sal temenê wê heye lê ez nû jê hayîdar dibim ji ber ku em li Tirkiye asîmile bûne.”



Xwendekar Mahsûm Denîz jî da zanîn heta heta niha wî sêva mixêkrêj nebihîstibû û got: “Li vê derê ez hîn dibim. Hevalên me gazî me kirin û em hatin. Haya min berî niha jê nebû.”



Bernameya ku weke worksopekê ji alî hunermend Seywan Seadîn ve hate birêvebirin bi stranên dengbêj Mihemedê Beyro jî rengê xwe yê kurdî balkêştir kir. Romantîzma Kurdî, di gel şerê li perçeyekî Kurdistanê, li vê metropola biyanî bi dilê ciwanan de herikî.

Rudaw
Top