Xwarinên ku heza seksî zêde dikin
Li gorî raporekî New York Postê, Dr. Lewrî Stillmis di pirtûka xwe ya bi navê “Great Sex, Naturally” de behsa hezekî sirûştî ya baş a seksî dike û dibêje, hinek xwarin bandorê li hormonên laşê mirovan dikin û heza seksî zêde dikin.
Dr. Lewrî Stillmis diyar dike, hinek xwarin hene, ku him ji bo gihitşina orgazmê û him jî ji bo zêdekirina hez û daxwaza seksî sûdê didin mirovan.
Ew xwarinên ku bi awayekî sirûştî heza seksî zêde dikin ev in:
1- Hinar:
Dr. Lewrî Stillmis dibêje, “Eger dermanê vîagra fêkî baya, bê guman ew hinar dibû.” Çimkî hinar piştgiriyê dide boriyên xwînê û gera xwînê ya di laşê mirovan de leztir dike. Bi vî awayî xwîn zêdetir diçe endamên zawzêya jinan û zilaman, dihêle zûtir bigihin orgazmê.
2- Qernabît an ku gulkelem:
Nivîskarê pirtûka “Rêyên sirûştî yên seksê” eşkere dike, ku di nava qernebît an ku gulkelemê de rêjeyeke zêde ya proteîna "indole-3-carbinol" heye, ku alîkariyê dide kêmkirin û rêkxistina rêjeya hormona îstrojenê. Îstrrojena zêde di dema seksê de jin û zilaman bêzar dike û diwestîne. Lê hebûna astekî guncayî ya hormona îstrojenê jî dihêle heza seksî jî zêde bibe.
3- Tovên kulindê
Dr. Lewrî Stillmis dibêje: “Dibe tovên kulindê ne beşeke sereke ya xwerina mirovan a serekî nebe lê divê mirov bizane ku di nava van tovikan de rêjeyeke baş e "L-triyptophan" heye. Ev protein jî di rekûpêkkirina hormona sîrotonîn de roleke giring dilîze, ku ev hormone di rêkxistina tenduristiya seksî û zêdekirina hezê de rol dilîze.
4- Tûdirik an jî dirîreşk
Dirîreşk an jî tûdirik xwediyê rêjeyekî baş ê şekirê "D-mannose" de, ku dîwara boriyên xweînê yên endamên zawzê (endamên rêgezî) yên mirovan bihêz dike. Hevdem nahêle hemû endamên mîzildanka mirovan edab û îltîhabê bigre, ku yek ji pirsgirêka serekî ya heza seksî dişkîne ev nexweşî ye.
5- Çîkolata
Çîkolata an jî çoklet mîzaca mirovan rêkdixe û arezû û heza seksî zêde dike. Dr. Lewrî Stillmis diyar dike, di nava çîkolatê de madeya kîmyayî ya "phenethiylamine" heye û di dema xoşdivîtî û evîndariyê de laşê mirovan dide der. Ev made metirsiya xemokîbûnê kêm dike, herwiha mêjî di dema gihiştina orgazmê de vê yekê bikartîne.
Rudaw