• Monday, 24 June 2024
logo

Karkerekê 81 sal karkerî kir, piştî malnişîn bû jiyana xwe ji dest da!

Gulan Media November 22, 2017 Corane
Karkerekê 81 sal karkerî kir, piştî malnişîn bû jiyana xwe ji dest da!
Li Brîtanya karkerê bi navê Reg Buttress 81 salan bo cara duyem mafê malnişînî bidest xist, lê piştî malnişîna ango teqawût bû 2 mehan di temenê xwe yê 94 salî de jiyana xwe ji dest da.

Bi nasnavê xebatkar û karkerê supermarketê yê herî bi temen ve Reg Buttress bi navdar bû û di temenê xwe 94 salî de jiyana xwe ji dest da.

Herwaha hat zanîn 30 sale Buttress li başûrê Gallerê li bajarê Cwmbran di marketa Sainsbury de karker bû. Di temenê xwe de du kar kirin û bo caran duyem jî mafê malnişînbûnê bidest xist.

Buttress piştî malnişîniya xwe ya yekem di 65 saliya xwe de dest bi kar kir û di karê xwe yê duyem de jî nêzîk 30 salan bê navber karkerî kir û careke din mafê malnişîniyê bidest xist. Di temenê xwe yê 13 salî de berî 81 salan li madenekê de dest bi kar kiribû. Herwaha ji kesên ku dihatin marketê re digot, ez ji kar hezdikim, ji 13 saliya xwe heta naha berdewam ez xwedan kar bûme û ti demê ez ne fikirîme ku mirovek bê kar bim.

Di 22ê meha Îlonê li marketê bi merasîmekê ve Buttress malnişîn bû lê tenê piştî wê karî du mehan jiyan bike.

Basnews
Top