• Monday, 24 June 2024
logo

Penîrê ku li ser hemû taştêyan heye şaneyên penceşêrê dikuje

Gulan Media October 25, 2017 Corane
Penîrê ku li ser hemû taştêyan heye şaneyên penceşêrê dikuje
Komekî ku di zankoya Michigan de lêkolînek kirine û di encama lêkolînê de derket holê ku berhemên şîr li hember penceşêrê şer dike.

Em hemû dizanin ku penîr ji bo tendurustiya dev çiqas girînge. Di encama xebat û ceribandinan de diyar bû tiştên ku di nava penîr de heyî û madeya xwazayî ya nîsîn sûdeke pir bi bandor dide dev û diranan. Lê lêkolînvanan dema ku di xwarinên cuda de ev bandora ceribandin rejeyeke qasî 0,25-37,4 mîlî giram de nîsîn bikar anînûn.

Di xebata nû ku mijara gotinê de ye jî nîsîn hatiye cuda kirin û hatiye safî kirin û di formûla milkshke de bi qas 800 mîlî giram ji bo mişkên ku Tîmûra wan ya stu-gerdenê hebûye hatiye dayîn. Tenê piştî 9 hefteyan dermankirina nîsîn şaneyên penceşêrê yên p-80 wê kuştiye.

Lêkolînvan diyar dikin Nisin li hember antîbiyotikan dikare berxwe bide, dikare enfeksiyonên dikuje li gel xwe bîne, li gel bakteriyên mrsa jî dikare şer bike û ev yek hatiye îspat kirin.

Tê gotin ku di encama van hemû lêkolînan de pêkhateyên di nava penîrde heyî bi 30 cure penceşêranre dikare şer bike.

Basnews
Top