• Monday, 24 June 2024
logo

Jina 79 salî di zikê tîmsahekê de hat dîtin!

Gulan Media October 18, 2017 Corane
Jina 79 salî di zikê tîmsahekê de hat dîtin!
Li Australia hat selmandin bermahiyê mirovekê ku di hundirê Tîmsahekî de derket, ya jineke 79 salîye.

Jineke bi navê Cameron ku di maleke lê nêhrandinê li parêzgeha Queensland ya Australia de dima heftiya derbas bûyî winda bibû.

Cameron ku bi sedema derbasbûna temen di bin lê nêhrandinê de dima, heftiya derbasbûyî piştî nîvro derket derve û careke din nezivirîbû û ji bo jina bi temen herçend lêgerînê destpê kir jî lê tu encam nehatibûn girtin.

Li Craiglie Creek ya li başûrê Port Douglas de gopalek û hindek cilik hatibûn dîtin, hat zanîn ku ev girêdayî wê jina bi temenin û li ser vê tespît kirinê derbarê bûyerê de ji Tîmsahên der dor goman hatibûn kirin.

Bi saya xefika ku ekîban danîbûn tîmsaha 4.3 metreya ku girtin dema lêgerîna ser tîmsahê de di mîda wê de hestîkên jina binavê Cameron peyda bûn.

Di navê 18 mehên davî de Warren Hughes ya 35 salî û Cindy Waldron ya 46 salî di heman herêmê de ji aliyê tîmsahan de hatibûn xwerin. Li ser mirina Cameron gel ji bo ku bi tîmsahan re tekoşîneke xurtir bê kirin li hikumetê dest bi zextê kirin.

Kurê Cameron jî diyar kiribû ji ber ku dayîka wî ji aliyê tîmsahan ve hatiye kuştin wan suçdar nabîne û ji ber wê jî ji bo mirina dayîka xwe heyf rakirinê naxwaze. Lê bes hat zanîn ku ew tîmsah ji aliyê rayedarên jiyana çolistan ve hatiye kuştin.


Basnews
Top