Li Duhokê jinekê pênc zarok bihevre welidand!
Rêveberê nexwaşxaneya Vîn a parêzgeha Duhokê ya taybet Husên Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 29.09.2017ê jina ku 5 zarokên wê bi hevre çêbûne di qata duya de ye û rewşa her 5 zarokên wê jî pir başe û herwaha rewşa jinê bixwe jî pir başe. Wê jinê 5 zarok welidandin û ji wan 4 kur in, yek ji wan jî keç e û navê keçê kirine Kurdistan û ew wek wefadariyek bo kurd û Kurdistanê ew nav lê kirine, ji ber zilam ango hevjînê wê jinê jî Pêşmergeyê Kurdistanê ye.’’
Herwaha got: ‘’Parêzgerê Duhokê û gelek aliyên din jî gotine ku dê alîkarê wê jinê bin ku bikare wan her pênc zarokan xwedî bike.’’
Basnews