• Monday, 24 June 2024
logo

Şahciwana berê ya Kurdistanê piştgiriya referandûma serxwebûnê dike!

Gulan Media September 10, 2017 Corane
Şahciwana berê ya Kurdistanê piştgiriya referandûma serxwebûnê dike!
Şahciwana sala 2012ê ya Kurdistanê piştgiriya xwe ya referandûma serxwebûna herêma Kurdistana Iraqê ragehand.

Duh 09.09.2017ê Şahciwan sala 2012ê ya Kurdistanê Şênê Ezîz wêneyek xwe ku ala Kurdistanê girêdaye di tora xwe ya taybet İnstigramê de belav kir.

Şênê Ezîz li ser wêneyek xwe piştgiriya xwe ya referandûma serxwebûna herêma Kurdistana Iraqê radigehîne û nivîsandiye ‘’Belê’’ bo Kurdistan û referandûm û serxwebûnê.

Şahciwana sala 2012ê ya Kurdistanê li Norwecê jiyan dike.
Top