• Friday, 05 July 2024
logo

Urmiye dibe bajarekê geştiyarî ya navdewletî

Gulan Media September 4, 2017 Corane
Urmiye dibe bajarekê geştiyarî ya navdewletî
Serokê Encumena Bajarê Urmiyê ragihand, heta sala 2020an, dê Urmiyê bibe bajarekê geştiyarî ya navdewletî. Ji bo vê armancê jî plan amade kirine da ku piştgirî bidin sermayeya navxwe û ya biyanî.

Serokê Encumena Yrmiyê Resûl Esxerzade da xuyakirin: “Armanca me ew e, ku heta sala 2020an, Urmiye bikin bajarekî geştiyarî û kûltûrî ya navdewletî. Ji bo gihiştina vê armancê, navendeke taybetî ya sermayeguzarî û geştiyariyê dê were damezrandin.”

Yek ji xala ku Urmiye giringiyê dide, geştiyariya pizîşkî ye. Hersal ji welatên derdorê hejmareke zêde ya geştiyaran bi armanca çareseriya pizîşkî û dermanan serdana Urmiyê dikin.

Li bi tevê vê yekê jî pirsgirêka bûdceyê ya Şaredariya Urmiyê heye. Ji ber vê yekê şaredariyê nekariye ev çend meh in meaşê karker û karmendên xwe bide.

Dabînkirina bûdceyê li ser pişta şaredariyê de ye. Lê jiber şikestina bazara xanî û avahîsaziyê, şaredarî nikare bûdceyê peyda bike û karên xwe bimeşîne.

Vê zivistana derbasbûyî Serokê Şaredariya Urmiyê eşkere kir, ku şaredariya wan 110 milyar tûmen (33 milyon dolar) denydanê belênder û bankayan e.

Rudaw
Top