• Monday, 24 June 2024
logo

Di boksê de mezinê cîhanê Mayweather e

Gulan Media August 27, 2017 Corane
Di boksê de mezinê cîhanê Mayweather e
Çavê tevahiya cîhanê li ser yariya boksê ya di navbera Floyd Mayweather û Conor McGregor bû. Boksor Floyd Mayweather, di raûnda 10emîn de li hember Şampiyonê UFC a şerê qefesan Conor McGregor, bi nakavt bi serket.

Boksorê navdar Floyd Mayweather Junior, ku di hemû yariyên jiyana xwe de serkeftî bibû û 49 caran biribû, vê carê bi şampiyonê mezin Conor McGregor re kete nava pêşbaziyê.

Lîstoka mezin li Las Vegasa Amerîkayê, li gorî seeta Kurdistanê 06.00ê sibê pêk hat.

Di raunda 10emîn de Floyd Mayweather li hember rikberê xwe Conor McGregor, di encama nakavta teknîkî biserket.

Piştî lîstokê Mayweather eşkere kir, ku ev yariya dawîn a jiyana wî ye.

Bi vî awayî Mayweather “Kembera Pareyan” a ji aliyê Konseya Cîhanî ya Boksê ve hatibû amade kirin, wergirt. Li ser vê kemberê, ku jê re dibêjin “Money Belt”, 3 hezar 360 elmas, 600 safîr, 300 zûmrût û 1.5 kîlo zêrê 24 eyar heye.

Di encama lîstokê de Mayweather nêzîkî 300 milyon dolar û McGregor jî 100 milyon dolar bidest xist.

Rudaw
Top