• Monday, 24 June 2024
logo

Kurdekî Rojhilat teksiya xwe kiriye pirtûkxane

Gulan Media August 22, 2017 Corane
Kurdekî Rojhilat teksiya xwe kiriye pirtûkxane
Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, şofêrekî teksiyê j bo mûşteriyan di otomobîla xwe de pirtûkxaneyeke biçûk vekiriye.

Pirtûkên di teksiya Sabir Zari’î de piranî berhemên helbestanên navdar ên Kurdistanê ne. Sabir tenê xema nanê xwe yê rojane naxwe, herwiha ew dixwaze, mêvanên wî pirtûkan bixwînin û ew jî alîkar be ji bo pêşxistina çandana xwendinê.

Sabir Zariî dibêje: “Min hest pê kir, ku danîna çend pirtûkan dê bibe alîkar da ku di civaka me de çanda xwendinê pêş bikeve.”

Şofêrê kurd herwiha dixwaze bi rêya xwendinê hemwelatî fêrê zimanê kurdî bibin û çanda kurdî biparêzin.

Mêvanên ku li teksiyê siwar dibin vê hizrê erênî dibinîn.

Di cîhana îro de, li mal, kolanan û heta di nava teksiyan de piraniya mirovan bi telefonên xwe ve mijûl in. Lê ev şofêr dixwaze, heta mêvanên wan digihin cihê xwe, helbestên Hejar, Hêmin, Qan’I û helbestên din ên kurdî bixwînin.

Rudaw
Top