• Monday, 24 June 2024
logo

Zoranbazê kurd diçe Parîsê

Gulan Media August 15, 2017 Corane
Zoranbazê kurd diçe Parîsê
Werzîşvanê zaranbazî (gureş) yê kurd Sebah Şerîetî, dê bi navê hilbijardeya Azerbaycanê beşdarê şampiyoniya zoranbazî ya cîhanê ya Fransayê bike.

Biryare di navbera 21 û 26ê Tebaxê de li Fransayê şampiyoniya zoranbazî ya cîhanê birêve biçe.

Werzîşvanê kurd Sebah Şerîetî di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Ezê li gel hilbijardeya Azerbaycanê herim Parîsê da ku beşdarî şampiyoniya cîhanê bibim.”

Şerîetî got: “Ev demeke dirêj e li gel hilbijardeya xwe em amadekariyan dikin. Ez bawer dikim, ku em ê gelek madalyayan bidest bixin.”

Sebah Şerîetî par beşdarî olîmpiyatên Rio ya Brezîlyayê (Rio 2016) bû, di wezna 130 kg de û di nava 19 werzişvanan de, karî pileya sêyem bi dest bixe û medala bronzê werbigire.

Werizşvanê kurd xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, 27 salî ye û zêdetir ji 10 salan e werzişa zoranbaziyê dike.

Sebah Şerîetî ev çend sal in bi tevê malabata xwe li Azerbaycanê dijî û weke yarîzanê tîma wî welatî beşdarî pêşbirkan dibe.

rudaw
Top