• Monday, 24 June 2024
logo

Şaredarê Londonê pizîşkekî Kurd xelat kir

Gulan Media August 4, 2017 Corane
Şaredarê Londonê pizîşkekî Kurd xelat kir
Şaredarê Londonê, Sadiq Xan ji ber serkevtina di xwandina zanîngehê de pîrozbayî li pizîşkê Kurd, Tîrêj Birîmo kir.

Tîrêj Birîmo ku bi esil xelkê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ye, bi awayekê serkevtî xwandina xwe ya bilind di Kolêja (fakulteya) Pizîşkî ya Zanîngeha Saint George Brîtanyayê de timam kir.

Şaredarê Londonê di tiwîtekê de got, paytexta Birîtanyayê bi penaberê Kurd serbilind e.

Sadiq Xan ku di merasîma derçûna xwandekarên wê zanîngehê de amade bibû, wêneyeke xwe û xwandekarê Kurd Tîrêj Birîmpo li ser twîtera xwe belav kir û ew peyam da: “Em pîrozbayiyê li penaberê sûrî Tîrêj Birîmo dikin, rûniştvanên Londonê bi derçûna te weke pizîşkekî bajarê me şanaziyê bi te dikin.”

Tîrêj dema ku li Sûriyê bû, xwendekarê Kolêja Pizîşkî ya Zanîngeha Helebê bû, lê şerê navxwe yê Sûriyê ew neçar kir, ku bibe penaber û qesda Ewropayê bike.

Piştî ku Tîrêj gihabû Ewropayê, li welatê Brîtanya bicih bibû û bi wergirtina kursiya xwandinê li Zanîngeha Saint George berdewanî bi xwandina xwe ya bilind dabû.

Tîrêj Birîmo bi asteke balkêş ji zanîngehê derçû û ji bilî xelatkirina wî ji aliyê Şaredarê Londonê ve, bûye cihê guhdana medyaya Brîtanî jî.

Piştî serkevtina di xwandina zanîngehê de, Tîrêj di dauxyaniyekê de bo medyayên Brîtanyayê ragihandiye: “Ez niha dizanim ku derd çî ye. Ez amade me ku erkê xwe yê pizîşkî pêk bînim û ez amade me ku ji dil ve giringî bi xelkê din bidim.”

Tîrêj 27 salî ye û niha li gel malbata xwe li welatê Brîtanyayê dijî.

Rudaw
Top