• Friday, 22 November 2024
logo

Zilamên kurd şeydayê jinên mexrîbî ne

Zilamên kurd şeydayê jinên mexrîbî ne
Pir zehmet e, ku di marketek, xwaringehek, yan jî di aheng û civîneke kurdên Ewropayê de têkelbûna kurd û mexrîbiyan nebînî.” Ev gotinên civaknasekî kurd ê nîştecihê Swêdê ye, ku behsa zêdebûna diyardeya zewaca di navbera zilamên kurd û keçên mexrîbî dike.

Swêdî diçin Taylandê û kurd jî diçin Mexrîbê

Bi nizimbûna pileya germê li Swêdê, nirxê bilêtên firokeyê yên ji bo geştên Tayland û Mexrîbê jî bilind dibe.

Piraniya pîremêrên swêdî ji bo peydakirina jinekê hevrê, geşta Taylandê dikin û herwiha zilamên kurd jî ciçin Mexrîbê.

Şeydabûna pîremêrên swêdî ya ji bo keçikên taylandî ne tiştekî veşartî ye. Jinên swêdî jî hez ji zilamên efrîqî dikin. Herwiha zilamên kurd jî şeydayê keçên mexrîbî ne.

Li gorî pêdaçûnên Rûdawê, tenê li 3 bajarên Swêdê 55 zilamên kurd bi jinên mexrîbî re zewicîne. Herwiha li Londona paytexta Brîtanyayê jî bi dehan zewacên wiha hene.

Zilamên kurd û jinên mexrîbî bi hevre bextewer in

Kurdê bi navê Karzan Kami lev 18 sal e li Swêdê dijî û ev 5 sal in li gel jinekê mexrîbî zewicî ye. karzan dibêje: “Karê me li hevhatî, an ku tesadûf bû. Berî min dixwest li gel keçekê kurd bizewicim. Lê niha ez li gel hevjîna xwe ya mexrîbî gelek kêfxweş im.”

Necla hevjîna Karzan e û ji bajarê Kazabilanka ya Mexrîbê ye. Ew dibêje: “Xwezî min zûtir Karzan naskiriba. Ji roja ku min ew naskiriye jiyana min pir xweş e. Hemû kes dexesiya mêrê min dikin.”

Ehmed Zirar û Fatîme Ebleho jî jin û mêrên kurd û mexrîbî ne. Niha zarokekî wan heye û bi hevre li Londonê restorantekî birêve dibin. Ew dibêjin; “Em li Brîtanyayê jin û mêrê herî serkeftî ne.”

Ehmed Zira rev 16 sal e li Brîtanyayê dijî. Hevjîna wî ya berî kurd bûye. Ehmed diyar dike: “Di destpêkê de niyeta min a zewacê nebû. Ez diçûme Mexrîbê û dihatim. Paşî min Fatîme nas kir. Min qet bawer nedikir jinekê mexrîbî bibe qismetê min. Lê wê hemû jiyana xerîbiyê ji bîra min bir.”

Fatîme Ebleho keça malbateke dewlemendê Mexrîbê ye û dide xuyakirin: “Tenê ji ber hezkirina Ehmed ez hatime Londonê. Bavê min gelek hez ji min dikir û nedixwest ez herim bajarên din ên Mexrîbê.”

Fatîme behsa çîroka xwe dike û dibêje, tenê ji bo bavê wê razî bikin, gelek caran Ehmed û xizmên wî çûne Rîbatê, bavê wê re axivîne. Fatîme dibêje: “Beriya min, Zîneya keçxaleta min jî li gel kurdekî li Swêdê zewicî bû û jiyana wan xweş bû.”

Kurdên Duhok û Silêmaniyê ev qas bi hevre nazewicin

Civaknasê kurd Seîd Hemeferec ku li Swêdê nîştecih e û derbarê têkelbûn û zewa kurdan ya di nava civakên din lêkolîn kirine, dibêje: “Rêjeya zewaca kurd û mexrîbiyan ji zewaca kurd û swêdiyan zêdetir e.”

Hemeferec ji bo lêkolîna xwe 25 malbatan weke mînak werdigre û dide zanîn: “Bi tevê hebûna pirsgirêkan, piraniya zewacên kurd û mexrîbiyan serkeftî ne.”

Bi gotina Seîd Hemeferec kurd xwedî civakeke girtî ne û berî tenê di nava xwe de jin didan û distandin lê niha ne wisa ye: “Niha rêjeya zewaca kurd û mexrîbiyan ji zewaca yekê Duhokî li gel yeka Silêmaniyê zêdetir e.”

Civaknasê kurd dibêje: “Civaka kurd a li ewropayê civakeke pêşkeftî ye û jinên mexrîbî jî vekirî ne. ev tevlîhevbûn çandekî nû çêdike. Nifşên nû yên vê tevlîhevbûnê pir zîrek û serkeftî dibin.”

Hemeferec dide xuyakiri, ku dê dema pêş de zêdetir civaka kurd û mexrîbiyan tevlîhev bibe.”

“Ev diyardeya xwekuştina keçên mexrîbî ye”

Civaknasê mezrîbî Mihemed Kizêmî, ku nîştecihê Swêdê ye, di malpera Hasspres a mexrîbî de nivîsekl li ser hevjîniya zilamên kurd û jinên mexrîbî nivîsiye û dibêje: “Zewaca keçên mexrîbî ya li gel zilamên kurd xwekuştina wan e.”
Kizêmî behsa zewaca keça mexrîbî ya bi navê Xetîce dike û dibêje: “Hevjînê wê yê kurd ji bow ê gelek xirab bû. Hetta ne hiştişte ji xwe re mafê rûniştinê werbigre lewma hatiye vederkirin.”

Mihemed Kizêmî di nivîsa xwe de diyar dike: “Keçên mexrîbî pir dilpaqij in, lê zilamên kurd tenê dema xwe li gel wan diborînin.”

Nivîsa vî civaknasî gelek deng vedaye û gelek kesan nêrîna xwe li ser parvekiriye. Lê gelek keçên mexrîbî jî li dijî vê nêrînê ne. Herwiha keçekê mexrîbî di bin de şiroveyek nivîsiye û gotiye: “Xwezî mêrê min jî kurd baya.”

Yek ji wan şirovekaran jî behsa zewaca xwîşka xwe ya li gel zavayê xwe yê kurd kiriye û gotiye, ku jiyana wan pir serkeftî ye.

Rudaw
Top