• Monday, 24 June 2024
logo

Jiyana bi gulan re

Jiyana bi gulan re
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şitilgeh û dokanên gulan zêde dibin û hejmareke berçav a xelkê jî serdana wan şitilgeh û dokanên gulan dikin, û ji malên xwe re gulan dikirin.



Her çend ku li Kurdistanê gelek corên gulan û cuwan hene, lê belê piraniya gulên ku li şitilgeh û dokanên gulan de li Başûrê Kurdistanê tên berhemanîn, ji welatên Ewropayê û Îranê ve tên, ji ber ku hêj li Kurdistanê gulên xwemalî yên xwezaya cuwan a Kurdistanê nayên berhemanîn.



Ew karkerên ku dui wan şitilgeh û dokanan de kar dikin, tevî xwediyên wan cihan jî tevahiya demên roja xwe di nava gulan û bêhna xweş a wan de derbas dikin.

Rudaw
Top