• Monday, 24 June 2024
logo

Rojê sê piyale qehwe dikare temen dirêj bike

Rojê sê piyale qehwe dikare temen dirêj bike
derket holê ku rojê 3 piyale qehwe vexwarin ji temenekî dirêj jiyan kirinê re dibe alîkar. Li gor encama lêkolîna ku di kovara bi navê Annals of Internal Medicine de hatiye weşandin, bê kafein be jî yek piyale zêde vexwarin jî dikare temen dirêj bike. Zanyarên bernama lêkolînên penceşêrê a navnetewî yên ku di zankoya Imperial College of London rekdarin jî dibêjin kesên ku qehwê pir divexen metirsiya mirinê di wan de kêm dibe, taybetî jî tengezariya dil û nexweşiyên mîde kêmtir dibin.

Hin lêkolînvan jî dibêjin tişta ku temen dirêj dike ne tenê qehwe ye, yên ku qehwê jî vedixun divê xwedî şêwaza jiyaneke bi tenduristî bin.

Lêlolîn li 10 welatên yekitiya Ewrupa bi hûrnêrîna daneyên beşdarvanên temenê wan 35 de ne hate kirin. Ji zankoya Cambridge de Profesor Sir David Spiegelhalter di wê nêrînê deye ku her roj piyaleyek zêde qehwe vexwarin di zilam de 3 meh û di jin de jî dikare 1 meh temen dirêj bike.

Pispor dibêjin, her çend lêkolîn pir bingehîn be jî lê pir bê kêmasî jî nîne. Herwaha dibêjin dendikê qehwê jî bi efsûnî nîne.

Ji aliyekî din de pispor hişyarî didin jî ku qehwe zêde vexwarin dibe sedema penceşêra hêkên jinan jî. Xizmeta tenduristiya netewî ya Brîtanya hişyarî dide ku divê jinên bi hal ango ducanî rojê ji 200 milîgiram zêdetir qehwê nevexun.

Bijîşk tînin ziman ku pir qehwe vexwerin dibe sedem ku zarokek ji normal hatina dinê, hîn biçuktirbe. Dervey wê vexwarina qehwê dibe sedema zarok berçunê jî.

Di du piyale çay, yek qutî kola yan jî piyaleyek qehwa hazir de 200 mîlîgram Kefein peyda dibe.

Basnews
Top