• Monday, 24 June 2024
logo

MÛŞ – Koçerên zozanan bi xwe elektrîka xwe dabîn dikin

MÛŞ – Koçerên zozanan bi xwe elektrîka xwe dabîn dikin
Koçerên li zozanên Mûşê heywanên xwe xwedî dikin ji bo ceyran û şarja têlefonan ji panêlên tavê îstifa dikin.

Koçerên ji bajarên derdorê tên û heta payîza dereng li zozanên Mûşê dimînin ajalên xwe diçêrînin.

Li zozanan koçer ji bo ceyran û şarja têlefonan ji panêlên tavê îstifa dikin.

Koçerê bi navê Abdullah Ergun daxuyanî da got: "Berê me li ber kon û holikên xwe agir vêdixist û derdorê ronî dikir, lê îro tekonolojî pêşva çûye û em bi saya panêlên tavê ceyrana xwe çêdikin."

Ergun destnîşan kir bi roj bi saya panêlên li zozanan dihêlin telefonên xwe jî şarj dikin û wiha axivî: "Bi saya panêlên biçûk em li ser pişta keran jî têlefonên xwe şarj dikin. Li zozanan êdî ceyran jî heye. Bi xêra panêlan di kon û holikên me da ceyran heye. Berê ev derfet tunebûn."



Rudaw



Ji koçeran Abdulbarî Denker jî diyar kir li zozanan her kes li gorî pêwîstiya xwe panêlên tavê dikire û got di salên dawîn de eleqeya bona panêlên tavê zêde dibe.

Koçerên li zozanên Mûşê heywanên xwe xwedî dikin ji bo ceyran û şarja têlefonan ji panêlên tavê îstifa dikin. Koçerên ji bajarên derdorê tên û heta payîza dereng li zozanên Mûşê dimînin ajalên xwe diçêrînin. Li zozanan koçer ji bo ceyran û şarja têlefonan ji panêlên tavê îstifa dikin. Koçerê bi navê Abdullah Ergun daxuyanî da got: "Berê me li ber kon û holikên xwe agir vêdixist û derdorê ronî dikir, lê îro tekonolojî pêşva çûye û em bi saya panêlên tavê ceyrana xwe çêdikin." Ergun destnîşan kir bi roj bi saya panêlên li zozanan dihêlin telefonên xwe jî şarj dikin û wiha axivî: "Bi saya panêlên biçûk em li ser pişta keran jî têlefonên xwe şarj dikin. Li zozanan êdî ceyran jî heye. Bi xêra panêlan di kon û holikên me da ceyran heye. Berê ev derfet tunebûn." Ji koçeran Abdulbarî Denker jî diyar kir li zozanan her kes li gorî pêwîstiya xwe panêlên tavê dikire û got di salên dawîn de eleqeya bona panêlên tavê zêde dibe.

Rudaw
Top