• Monday, 24 June 2024
logo

Di cejnê de bi hezaran geştiyar hatine Başûrê Kurdistanê

Di cejnê de bi hezaran geştiyar hatine Başûrê Kurdistanê
Îsal hejmara geştiyarên ku hatine seyrangehên Başûrê Kurdistanê li gorî salên berî zêde bû. Di yekemîn roja Cejna Remezanê de bi hezaran geştiyar, ku piraniya wan ji naverast û başûrê Iraqê hetibûn, berê xwe dane seyrangehên Başûrê Kurdistanê. Herwiha di rojên bêhnvedana cejnê de deriyên sînor ên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, şev û roj vekirîne.



Bêhnvedana cejnê careke din liv û tevger xiste nav bazarên Başûrê Kurdistanê. Piraniya geştiyaran ereb in. Geliyê Elî Begê ya navçeya Sorana Hewlêrê jî îsal bi geştiyaran zindî bû. Geştiyaran bi lîstokên nav avê û melevaniyê xwestin pleya germa laşê xwe kêm bikin.



Zeyneb Ebdullah geştiyareke ku ji başûrê Iraqê hatiye û dibêje: “Danûstandina xelkê Kuridstanê li gel me pir baş e. xwedan rewişteke pir baş in. Cihên geştiyariyê jî paqij in. Nirxê xwarinê, vexarinê û gşetê jî baş e. Herêmên çiyayî pir xweşik in û ez mendehûş bûme. Heta bêjî min tam ji vê geşta xwe girt.”



Hejmara keştiyarên navxwe jî îsal zêde bûn. Lê gelek ji wan dibêjin, hê jî nirxê xwarin û vexwarinê ne li gorî berîka wan e.



Hemwelatiya bi navê Lave Mihemed diyar dike: “Bi rastî em xwedanê welatekî xweş û ciwan in. Mînakên vê ciwaniya sirûştî li cîhanê kêm in. Lê divê hinek rewşa aborî ya hemwelatiyan li ber çav bê girtin. Nirxê hinek cihan pir bilind e û hemû kes nikare here.”



Bêxal ciheke din ê geştiyariyê ye, ku îsal ji bo vê werzê gelek guhertin û nûjenkirin lê hatine kirin. Niha zêdeti geştiyar dikarin li Bêxalê cihê mayîn û hewandinê peyda bikin.



Geştiyarê bi navê Yerde Cucuoglu, ku ji Bakûrê Kurdistanê hatiye û dibêje: “Ez li gel malbata xwe ji Tirkiyê hatime. Ev cara yekmîn e cihên geştiyariyê yên Kurdistanê dibînim. Bi rastî em hemû kêfxweş in û ku ev der dişibe cihê ji dayikbûna min Dîlokê.”



Pêşbînî dihate kirin, ku îsal hejmareke zêde ya geştiyaran werin Başûrê Kurdistanê. Lewma di dirêjahiya rêya Hamiltonê de gelek cihên geştiyariyê hatine çêkirin.

Rudaw
Top